Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmirê li dijî êrîşên DYA û Îsraîlê ên li ser Îranê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de peyama “Çareseriya mayînde ne di şer de, di bêdengkirina çekan, û vekirina rêyên dîplomasiyê de ye” hate dayîn.
Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji emperyalîzma DYA û êrîşkariya Îsraîl a siyonîst re na! Ji gelan re azadî” hate vekirin û dirûşmên wekî “Gelên berxwedêr dê bi ser bikevin”, “DYA ya kujer ji Rojhilata Navîn biqeşite” û “Em li cem gelên Îranê ne” hatin berzkirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Berdevkê KESKê Hamdi Çalik ve hat xwendin.
‘Em durûtiya DYAyê ya ku aşitî û demokrasiyê dixwaze baş dizanin’
Hamdî Çalik destnîşan kir ku DYA û Îsraîl dixwazin herêmê bikişînin nav şerekî mezin û got: “DYAya ku Iraq, Afganistan, Lîbya û Sûriye di nav xwînê de hişt, niha çav berdaye Îranê. Em durûtiya DYAyê ya ku ‘demokrasî û azadiyê’ dixwazin baş dizanin; wan Talîban li Afganistanê û HTŞ jî li Sûriyeyê kirin desthilatdar. Em zilm û zora rejîma melayan a li Îranê ya li ser jin û kedkaran jî baş dizanin. Rejîma melayan mafên demokratîk dipelixîne û jiyana jinan dixe bin xeteriyê.”
‘Piştî Jîna Mahsa Amînî daxwaza azadiyê bilindtir bû’
Hamdî Çalik bi bîr xist ku piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî, daxwaza gelê Îranê ya ji bo wekhevî û rûmetê zêdetir bûye û got: “Hêzên emperyalîst gelan azad nakin; berevajî wê, dewlemendiyên wan talan dikin û rejîmên pêlîstok ava dikin. Ev êrîş krîza li Îranê kûrtir dike û jiyana sivîlan dixe xeteriyê. Di êrîşeke ser dibistanê de zêdetirî 60 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Ev rasterast hovîtî ye.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.














