Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê îdiayên çeteyên hikûmeta demkî derewandin û ev tişt gotin: “Rastiyê venaşêrin, vîna gel an jî mafê xweparastinê li dijî dijmin naşikestiye.”
Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê bi daxuyaniyekê îdiayên hikûmeta demkî ya îddîayên li taxan rejîm û PKK şer dike derewand. Daxuyaniya Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê wiha ye: “Di berdewama bikaranîna siyaseta derew û xapandinê de, qaşo “Wezareta Parastinê” ya hikûmeta Şamê îdia kir ku kesên ku şer dikin û taxa Şêxmeqsûd diparêzin bermahiyên rejîm û Partiya Karkerên Kurdistanê ne. Bi wê yekê hewl didin rastiyê tehrîf bikin û êrişên xwe yên hovane li dijî taxên ewle yên sivîlan rewa bikin.
Em bi zelalî diyar dikin ku ew kesên ku Şêxmeqsûd diparêzin, kur û keçên taxê ne, ku berpirsiyariya parastina malbat, mal û rûmeta xwe hildigirin ser xwe. Lê di heman demê de serkirdeyên rejîma Baas di nav saziyên hikûmeta heyî de cihê xwe digirin.
Girêdayî heman derewan, hikûmeta Şamê îdia kir ku hêzên me bi hinceta “redkirina şer” bi dehan kes qetil kirine. Ev çîroka çêkirî tenê rawekirina sûcên komên wê ye û hewldana veşartina binpêkirinên li dijî sivîlan hatine kirine. Em diyar dikin ku metirsiyên me yên cidî li ser aqûbeta şêniyên neçar mane di bin êrişa hovane de derkevin, hene. Wan koman hejmare mezin ji wan şêniyan revand.
Qetilkirin, şewitandin û tirsandin rêbazên naskirî û belgekirî yên komên hikumeta Şamê ne, van koman bi aşkerayî li perava Sûriyeyê û Siwêdayê li pêş çavên cîhanê pêk anîn. Ha îro jî heman rêbazî bi rêya topbaranên berdewam li dijî Şêxmeqsûdê sûcên xwe pêk tîne.
Em hikûmeta Şamê û komên wê berpirsiyariya tevahî pêkanînên tên kirin, dibînin û diyar dikin ku agahiyên şaş ên ragihandinê rastiyê venaşêrin û sûcên wan derewan venaşêrin û vîna gel a xweparastinê li dijî dijmin naşikînin.”













