Li navçeya Hezexê girseya ku di navde endam, rêveber û parlamenterên DEM Partî ya Şirnexê jî hebûn, li dijî hevşeredara Hezexê Turkan Kayir e ku ji aliyê DEM Partî ve hatiye îxraçkirin, meşiyan.
Hevşeredara Hezexê Turkan Kayir a ku di 31ê Adarê de li ser navê DEM Partiyê hatibû hilbijartin. Piştre Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê ew ji peywîrê îxrac kir. Rêxistina DEM Partiyê li gel endam û rêveberên xwe meşiyan û dirûşmeyên, “Şeredariya ya gel e”, “Turkan Kayir wê hesap bide gel” li ber avahiya DEM Partî ya navçeya Hezexê kom bûn û heta Şeredariya Hezexê meşiyan. Girsê li vir pankarta “Turkan Kayir îstîfa” dinivisî hilgirtin û daxuyanî dan. Hevserokê DEM Partî yê Hezexê Niyazî Çevrî axivî û got: “Turkan Kayir ji partiya me hatiyê hilbijartin. Lê li gor daxwazên gel tevnegeriyayê. Em bang li wê dikin ku îstîfa bike.”
Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî axivî û got: “Turkan Kayir ji DEM Partiyê hatiye hilbijartin. Gel deng nedaye şaxsan. Deng daye partiyê. Em bang li Turkan Kayir dikin ku îstîfa bike. Navçeya me ya Hezexê 8 sal in ji aliyê qeyûm ve dihat rêvebirin. Armanca qeyuman dizî û talan bû. Gelê Hezexê li dijî ve yekê tevi dek û dolaban jî îrada xwe da DEM Partiyê. Gelek caran lijneyên me yên bajêr û giştî hewl dan ku li gor pivanên DEM Partî tevbigerin. Lê mixabin Turkan Kayir û Ekrem Simsek li gor vina gelê Hezexê tevnegeriyan û xizmet nekirin. Hevserokatiya ku pivana rexistina me ye nasnekirin. Em jî weke DEM Partiyê bang dikin ku Turkan Kayir îradeya gelê Hezexê radesti gel bike. Ya hewce dike ew e. Ji bo meclisa şeredariyê ya Hezexê hevşaredarên nû diyar bike divê Turkan Kayir istifa bike. Em ê jî heta ku vîna gelê Hezexê radest bikin çalakiyên xwe bidomînin.”
Piştî daxuyaniyê girse derbasî ber Şaredariyê bûn û li vir jî dirûşmeyên, “Turkan Kayir îstîfa” berz kirin.