Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên li ser Rojava li pêşiya Parlamentoya Ewropayê ya Danimarkayê kom bûn û banga “Demildest xwedî li Rojava derkevin” li hikûmetê kir.
Kurdistanî û dostên wan ên li Danimarkayê li pêşiya Parlamentoya Ewropayê ya Danimarkayê civiyan, ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan mîtîng pêk anîn. Mîtîng bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir û piştre axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn diyarkirin ku 50 sal in ji bo azadî, aştî û çareseriyê diqîrin û êrîşên dagirkerî û tecrîda Îmraliyê şermezar kirin. Kesên axivîn anîn ziman ku heta Abdullah Ocalan azad bibe û statuya Kurdistanê bê naskirin, dê li her qada jiyanê têkoşîna xwe bilind bikin.”Serdar Benlî li ser navê Partiya Gel a Sosyalîst a Danimarkayê (SF) mafê axaftinê girt û diyar kir ku partiya wan her tim wê li gel Rojava bin û êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir.
Li ser navê koma Partiya Yekîtiyê Parlamenterê Enhedslistenê (Partiya Koalîsyonê ya Kesk û Sor) Søren Søndergaard jî axaftinek kir û got: “Hefteya borî piştî hilweşîna rejîma Esad, dema ku me dîmenên mehkûmên ku bi salan di girtîgehên Sûriyeyê de rastî êşkenceyê hatine dîtin, me baweriya xwe ya ji bo mirovahiyê winda kir. Bi heman awayî piştî me bêdengiya cîhanê ya li hember êrîşên komên cîhadîst ên li ser Rojavayê jî dît, me guman ji mirovahiya xwe kir. Em bi tu awayî bêdengiya raya giştî ya cîhanî ya li hember êrîşên li gelê Rojavayê ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê canê xwe feda kirin, fam nakin. Ji bo şikênandina vê bêdengiyê, wek Partiya Koalîsyonê ya Kesk û Sor (Enhedslisten) em îro li kêleka Kurdan in. Çawa ku em duh li kêleka Rojavayê bûn, ji niha û pê de jî em ê li ber milê wan bin.”
Parlamenter Søndergaardê diyar kir ku ew ê di civîna xwe ya 17ê Kanûnê de ku dê li Parlamentoya Danîmarkê bê kirin, derbarê Rojavayê de pirsyarnameyê pêşkêş bikin.
Çalakî piştî dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Dîktator Erdogan”, “Faşîst Erdogan”, “Bijî Serok Apo” û “Hevgirtina Navneteweyî” bi dawî bû.