• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
06 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Peyasê bi girseyî serdana sersaxiya Çekdar Hanî

    Li Peyasê bi girseyî serdana sersaxiya Çekdar Hanî

    Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek kuştin

    Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek kuştin

    Di 1994an de kê ew gund vala kir?

    Di 1994an de kê ew gund vala kir?

    Hiqûqzan Aktar: Divê Demîrtaş û girtiyên ji Doza Kobanê tavilê bên berdan

    Hiqûqzan Aktar: Divê Demîrtaş û girtiyên ji Doza Kobanê tavilê bên berdan

    Şêniyên Amedê: Birêz Abdullah Ocalan neyê berdan pêvajo nameşe

    Şêniyên Amedê: Birêz Abdullah Ocalan neyê berdan pêvajo nameşe

    Ayşe Gokkan: Divê hemû saziyên sivîl ji bo aştiya civakî bibin seferber

    ‘Em tu carî stêrkên welat ji bîr nakin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Peyasê bi girseyî serdana sersaxiya Çekdar Hanî

    Li Peyasê bi girseyî serdana sersaxiya Çekdar Hanî

    Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek kuştin

    Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek kuştin

    Di 1994an de kê ew gund vala kir?

    Di 1994an de kê ew gund vala kir?

    Hiqûqzan Aktar: Divê Demîrtaş û girtiyên ji Doza Kobanê tavilê bên berdan

    Hiqûqzan Aktar: Divê Demîrtaş û girtiyên ji Doza Kobanê tavilê bên berdan

    Şêniyên Amedê: Birêz Abdullah Ocalan neyê berdan pêvajo nameşe

    Şêniyên Amedê: Birêz Abdullah Ocalan neyê berdan pêvajo nameşe

    Ayşe Gokkan: Divê hemû saziyên sivîl ji bo aştiya civakî bibin seferber

    ‘Em tu carî stêrkên welat ji bîr nakin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hiqûqzan Aktar: Divê Demîrtaş û girtiyên ji Doza Kobanê tavilê bên berdan

Fexredîn Kiliç / AW

6 MIJDAR 2025 - 10:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar têkildarî biryara DMMEyê ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de axivî û destnîşan kir ku divê Selahattîn Demîrtaş û girtiyên ji Doza Kobanê demildest bên berdan.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) têkildarî girtina Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Giştî yê berê Selahattîn Demîrtaş serlêdana wî ya di sala 2017an de kiribû di 20ê Mijdara 2018an de nirxandibû û biryar dabû. DMMEyê destnîşan kiribû ku girtina Selahattîn Demîrtaş “ne hiqûqî ye siyasî ye” û biryara binpêkirina maf dabû.

Daîreya Mezin a DMMEyê di biryara xwe ya 22yê Kanûna 2020an de jî weke biryara sala 2018an biryara binpêkirinê da û her wiha biryar da ku Tirkiye 60 hezar 400 Euro tazmînatê bide Selahattîn Demîrtaş. DMMEyê di biryara xwe ya di 8ê Tîrmeha 2025an de diyar kir ku girtina Demîrtaş siyasî ye û biryar dabû ku Demîrtaş were berdan. Tirkiyeyê di 7ê Cotmehê de îtîrazî vê biryarê kiribû.

Panela Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), îtiraza Tirkiyeyê ya bi daxwaza jinûve nirxandina biryara der barê Selahattîn Demirtaş, red kir. Bi vî awayî biryara binpêkirina mafan a DMMEyê ya der barê Demirtaş de teqez bû. Piştî vê biryarê li gel Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksedagê, berdana 108 kesên ji Doza Kobanê girtî bû rojev. Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar derbarê biryara DMMEyê û neberdana Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û girtiyên din ên ji Doza Kobanê ji ajansa me re nirxand.

‘Tiştê ku pê tê sûcdarkirin karên ku siyasetmedar pêk bîne ye’

Mehmet Emîn Aktar bi bîr xist ku DMME cara sêyemîn e ku biryareke bi vî rengî dide û wiha got: “Daîreya Mezin a DMMEyê di sala 2020an de biryareke pir girîng girt. Daîreya Mezin di biryara xwe ya wê demê û ya vê dawiyê de dibêje ku ‘Demîrtaş siyasetmedar e. Tiştê ku pê tê sûcdarkirin karên ku siyasetmedar pêk bîne ye. Ew tevgerên wî, çalakiyên wî kesekî siyasetmedar dikare bike. Fikr û ramanê xwe aniye ziman, meşiya ye, bang li civakê kiriye. Serokê partiyeke siyasî, parlamenterek dikare van bikar bîne. Di rejîmên pergalên demokratîk de ev normal in, mafê siyasetmedarekê ye ku van pêk bîne. Ji ber vê yekê jî nikare were sûcdarkirin. Tiştên hûn Demîrtaş pê sûcdar dikin hemû di karê siyasetê de legal û qanûnî ne. Ji ber vê yekê ev sûcdarkirina ku pê hatiye girtin û darizandin binpêkirine.’ Ewilî çi binpê dike; mafê ewlehiyê yê kesan. Tu azadiya wî bi dawî tînî û têxî girtîgehê. Mafê wî yê bi awayekî ewle bijî hatiye binpêkirin. Ji ber vê yekê divê Demîrtaş demildest were berdan. Ev biryar weke îçtîhadekê hatiye pejirandin.”

‘Kes nikare bi çalakiyên demokratîk were sûcdarkirin’

Mehmet Emîn Aktar, anî ziman ku biryara DMMEyê ya binpêkirinê ji bo hemû kesên di Doza Kobanê de tên darizandin derbasdar e û wiha domand: “Kesên ku îro ji Doza Kobanê girtîne ji çi tên sûcdarkirin? Dibêjin; şeva 5ê Cotmeha 2014an de dema DAIŞê bi awayekî hovane bi ser Kobanê de çû wan bang li civakê kir ku derkevin qadan vê yekê şermezar bikin û li berxwedana Kobanê xwedî derkevin. Di pergaleke demokratîk de qanûnî ye ku partiyeke siyasî ji bo çalakiyên demokratîk bang li civakê bike û kes nikare bi vê yekê were sûcdarkirin. Ev tişt ji bo Demîrtaş jî ji bo Fîgen Yuksekdag û kesên ji Doza Kobanê hatine girtine jî derbasdar e.”

‘Ji bo ku pêvajo bimeşe divê dewlet gavan biavêje’

Mehmet Emîn Aktar di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ya ku qanûnan derdixîne desthilat e. Îro Tirk li vî welatî desthilatdar in. Qanûnan jî ew derdixin û daraz jî ya wan e. Daraz jî wasitayeke desthilatê ye. Desthilata xwe bi rêya darazê bi rê ve dibe. Lê ev saleke di navbera dewleta Tirk û Tevgera Kurd pêvajoyekê dest pê kiriye û bi awayekî dimeşe. Pêvajo heta niha yek alî dimeşiya. Tevgera Kurd gotinên xwe pêk anîn, gavên girîng avêtin lê heta niha dewletê tu gav neavêtine. Ji ber vê yekê civak jî û kesên daxwaza çareseriyê dikin jî bang li hikumetê dikin ku gavan biavêje. Gava biaveje ku ev pêvajo bimeşe û çareseriyek pêk were. Ji ber vê yekê jî yek ji van gavan jî berdana siyasetmedarên Kurd ên girtî ne. Yek ji wan Demîrtaş e. Bahçelî û Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan pêvajoyê ji bo bekaya dewletê jî weke xêrxwaziyekê dibînin. Ji ber vê yekê ev jî firsendeke ji bo wan. Ji bo vê pêk bînin hinceta wan jî heye. Dê bibêjin ‘DMMEyê biryar da, em jî neçar in li hemberî biryara dadgehê biryarekê bidin. Wezîrê Dadê jî bi vî awayî daxuyaniyek da.”

Mehmet Emîn Aktar bal kişand ser biryara DMME ya di sala 2019an û wiha pê de çû: “Bi awayekî keyfî çend sal in biryara DMMEyê pêk naînin. Di dozên wiha de siyasetmedarên dîl tên girtin û bi awayekî tên sûcdarkirin. Sebebê sûcdarkirina siyasetmedarên Kurd îtîrazkirina wan a li hemberî desthilatê ye. Dibêjin; ‘Ev desthilatî zilmê li me dike û em tê de tune ne. Em jî dixwazin ji vê deshilatê îstîfade bikin û em li ser axa xwe xwe bi rê ve bibin û azad bibin.’ Dewlet jî vê ceza dike dixwaze bêdeng bike. Ji ber Tevgera Kurd xurt e girseyeke gelekî mezin e û dewlet ji xwe re weke talûkayekê dibîne û ji bo wê talûkeyê jî bertaraf bike heta îro kesên li ser navê Kurdan siyaset kirine zordarî li wan kiriye, ew dîl girtine û ceza kirine.”

‘Divê di heman rojê de hatibûna berdan’

Mehmet Emîn Aktar destnîşan kir ku piştî biryara DMMEyê divê siyasetmedarên Kurd bêyî serlêdanê hatibûna berdan û wiha axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema ku biryar hate girtin divê demildest di heman rojê de hatibûna berdan. Ji bo berdanê hewcehî bi daxwazê nîne. Bi biryara dadgehê hatine girtin. Dadgeh bi xwe jî dikare bêyî serlêdanê biryarê bide. Lê qasî ku dizanim parêzerên hemû girtiyan serlêdan kiriye.”

Etîket: Biryara DMMEyêDoza Kobanêfîgen yuksekdagMehmet Emîn Aktarselahattin demirtaş
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

6 MIJDAR 2025
DMMEyê di doza Demîrtaş de dîsa Tirkiyeyê mehkûm kir

Demîrtaş: Divê komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

5 MIJDAR 2025
Ji ber Girtîgeha Sîncanê bang: Doza Kobanê têk çûye, hevalên me berdin

Ji ber Girtîgeha Sîncanê bang: Doza Kobanê têk çûye, hevalên me berdin

5 MIJDAR 2025
Xelkê Amedê: Divê Demîrtaş û girtîyên sîyasî tavilê bên berdan

Xelkê Amedê: Divê Demîrtaş û girtîyên sîyasî tavilê bên berdan

4 MIJDAR 2025
Tuncer Bakirhan: Divê komîsyon biçe li birêz Ocalan guhdarî bike

Tuncer Bakirhan: Divê komîsyon biçe li birêz Ocalan guhdarî bike

4 MIJDAR 2025
Parêzerên Demîrtaş ji bo tehliyeyê serî li dadgehê da

Parêzerên Demîrtaş ji bo tehliyeyê serî li dadgehê da

4 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (93)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne