Di dîmenekî ku li ser platforma dîjîtal Xê hatiye parvekirin de tê îdiakirin ku endamên Hîzbûllahê û leşkerên rejîma Baasê ya Sûriyeyê ji bo tepisandina serhildana gel derbasî Îranê bûne.
Li ser platforma Xê dimenek hatiye parvekirin. Di dîmen de hin kesên ku di destê wan de ala rejîma Baasê ya ku hilweşiyaye û wêneyên Alî Hamaney hene. Di dîmen de ev der kes bi zimanê Erebî dirûşma Llebbeyk ya seyyîdî” yanê “Kerem bike ey Seyîdî” berz dikin. Tê îdiakirin ku ev girse endamên Rêxistina Hîzbûllaha Lubnanê û leşkerên rejîma Baasa Sûriyeyê ya ku hilweşiyaye ne. Her wiha tê idiakirin ku ev kom ji bo tepisandina xwepêşandanên gel derbasî Îranê bûne.
Tê zanîn ku xwepêşandanên “Jin jiyan azadî” de ku li ser kuştina jina Kurd Jîna Emînî li seranserê Îran çalakiyên ku despêkirin ji aliyê çekdarên Hamasê ve gelek çalakger hatibû kuştin.













