• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

HPG: Artêşa Tirk êrîşên xwe didomîne

Navenda Nûçeyan /AW

4 ADAR 2025 - 12:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
HPGê ragihand ku hêzên wan di pozîsyona agirbestê de ne, lê artêşa Tirk êrişên xwe yên hewayî û bejahî dewam dike.

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) nûçeyek parve kir û diyar kir ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê li ser êrîşên dewleta tirk destnîşan kiriye ku artêşa tirk êrîşên hewayî û bajayî didomîne.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ku xwe dispêre Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê, tê gotin ku êrîşên hewayî û bejayî yên li dijî qadên wan didome.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê wiha ye:

“Piştî daxuyaniya agirbestê ya partiya me PKKê û fermana Fermandariya me ya Biryargeha Nvaenda Parastinê ya Gel, hêzên me ji 1ê Adara 2025an û pê ve ketin pozîsyona agirbestê. Lê belê li gel ku hêzên me di pozîsyona agirbestê de ne, êrîşên artêşa tirk a dagirker ên hewayî û bejahî yên li hemberî gerîla dewam dikin. Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û destwerdanên hêzên me yên gerîla yên ji bo rawestandina êrîşan di çarçoveya parastina rewa de têne kirin, bi vî rengî ne:

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

26ê Sibatê saet di 10:40î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan ku di nava liv û tevgerê de bûn.

27ê Sibatê saet di 07:25an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran dest li dagirkeran werdan.

1ê Adarê saet di navbera 17:30 û 18:30î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dest li dagirkeran hate werdan ku dixwestin ber bi tunelên me ve biçin û teknîka şer bi cih bikin. Di encama vê destwerdanê de dagirkerek hate cezakirin.

Li Herêma Garê;

26ê Sibatê saet di 11:30î de li herêma Dînartê di encama êrîşa bi balafirên şer de hevrêyê me Delîl şehîd bû. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bû wê piştre bi gelê me yê welatparêz û raya giştî re bêne parvekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

1ê Adarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

1 û 3ê Adarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk ;

Di navbera 1, 2 û 3ê Adarê de li herêma Garê qadên Spîndarê, Girê Meskenê, Dêreşê û Deşta Kafyayê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di navbera 1, 2 û 3ê Adarê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Lolan, Kendekola 28 caran, li Herêma Garê qadên Deşta Kafya, Dêreşê, Spîndarê, Mijê, Girgaşê, Girê Zengil, Kanî Sarkê, Zêvkê 138 caran, li Herêma Metînayê qadên Serê Metîna, Şêlazê, Bêşîlî 173 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Amediyê 733 caran; bi giştî 1072 caran bi çekên giran û obusan hatin bombekirin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 486 kes hatine kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 486 kes hatine kuştin

9 ADAR 2026
Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

9 ADAR 2026
Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

9 ADAR 2026
‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

9 ADAR 2026
Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

9 ADAR 2026
Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

9 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Newroza 2026an klîba ‘Newroza Serfiraziyê’ hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navê axaftvan û hunermendên Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Konfederalîzma demokratîk’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rubin xeterî û şertên tevgera Kurdan a li Îranê nirxand: Dê ji bo rejîmê bibe ‘xelat’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (365)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne