HSDê ragihand ku komên çekdar ên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi 2 dronên xwekuj êrîş birin ser xaleke wan li gundewarê Reqayê.
Navenda çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku çekdarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê xaleke wan li Reqayê topbaran kir.
Di daxuyaniyê de ev hat gotin:
“Îro 3/1/2026’an, di seat 16.00 piştî nîvro de, çekdarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê , bendeke kontrolê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li Heqil El Sewra ya girêdayî bajarê Reqayê, bi 2 dronên xwekuj û çekên giran topbaran kirin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama topbaranê de ziyanên madî çêbûn.













