HSDê di çarçoveya bicihanîna peymana 29ê Çileyê de, ji navenda bajarokê Şêxler ê Kobanê vedikişe baregehên xwe.
Li gorî nûçeya ANHAyê; Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di çarçoveya bicihanîna peymana 29ê Çileyê de ku bi hikûmeta demkî re îmze kiriye, ji bajarokê Şêxler ê li rojavayê Kobanê vedikişe baregehên xwe.
HSDê gav bi gav ji bajarok ber bi baregehên xwe ve vedikişe.
Hêzên Asayîşê dê bikevin cihên HSDê yên li Şêxlerê.














