• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dê sibe dê komek din a dîlgirtiyan were berdan

    Dê sibe dê komek din a dîlgirtiyan were berdan

    Li navçeyên Stenbolê Newroz: Bijî Serok Apo

    Li navçeyên Stenbolê Newroz: Bijî Serok Apo

    KASEDê bi nasandina cil û bergên Kurdî Newroz pîroz kir

    KASEDê bi nasandina cil û bergên Kurdî Newroz pîroz kir

    Mazlûm Ebdî û nûnerê hikûmeta demkî civiyan

    Mazlûm Ebdî û nûnerê hikûmeta demkî civiyan

    Hunermend Emînê Erbanî jiyana xwe ji dest da

    Hunermend Emînê Erbanî jiyana xwe ji dest da

    Rêveberiya Xweser efûya giştî derxist

    Rêveberiya Xweser efûya giştî derxist

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dê sibe dê komek din a dîlgirtiyan were berdan

    Dê sibe dê komek din a dîlgirtiyan were berdan

    Li navçeyên Stenbolê Newroz: Bijî Serok Apo

    Li navçeyên Stenbolê Newroz: Bijî Serok Apo

    KASEDê bi nasandina cil û bergên Kurdî Newroz pîroz kir

    KASEDê bi nasandina cil û bergên Kurdî Newroz pîroz kir

    Mazlûm Ebdî û nûnerê hikûmeta demkî civiyan

    Mazlûm Ebdî û nûnerê hikûmeta demkî civiyan

    Hunermend Emînê Erbanî jiyana xwe ji dest da

    Hunermend Emînê Erbanî jiyana xwe ji dest da

    Rêveberiya Xweser efûya giştî derxist

    Rêveberiya Xweser efûya giştî derxist

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Peymana HSD-Sûriyeyê: Mafê rêveberî, perwerde, ewlehiyê hat bidestxistin

Navenda Nûçeyan /AW

30 ÇILE 2026 - 15:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di navbera HSDê û Sûriyeyê de duh peyman hate îmzekirin. HSDê bi vê peyamanê HSDê mafê ewlehî, perwerde, xwerêveberin û entegrebûnê bi dest xist.  

Piştî êrişên 6ê Çileyê yên bi destê çeteyên HTŞê, DAIŞê, SMO û girêdayî Tirkiyeyê hatine pêkanîn Kurd bi têkoşîneke bêhempa herêmên xwe parastin. Tevî berdêlên hatine dayîn li her çar aliyê Kurdistan û cîhanê hemû Kurd û dostên wan rabûn ser pêyan ji bo destkeftiyên Kurdan seferber bûn. Têkoşîna ji bo parastina Rojava bi ser ket û duh di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Sûriyeyê de peymanek hat îmzekirin. HSDê peymanê îro eşkere kir.

Peyamana ku garantoriya wê dê Amerîka û Fransa bike ji 4 gavan pêk tê. Li gorî vê peymanê dê entegrasyona HSDê ya di nava rêveberî û hikûmeta Sûriyeyê dê gav bi gav were pêkanîn. Garantoriya vê peymanê jî dê Amerîka û Fransa bikin.

Gava Yekem: Ewlehî û Vesaziyên Leşkerî

Li gorî gava yekem a peymanê dê mijarên ewlehî û vesaziyên leşkerî dê roja duşemê (02.02.2026) werin destgirtin. Li gorî vê yekê ji bo hemû aliyan û wek mayînde agirbest dê bikeve meriyetê, di vê çarçoveyê de dê dê hikûmeta demkî binçavkirin, serdagirtinên xwe bi dawî bike. Herwiha hikûmeta demkî dê karûbarên lojîstîkê yên tehliyekirinê re alîkariyeke tam bike.

Entegrasyona leşkerî

Lî gorî peymanê dê hêzên HSD ji bajarên Hesekê û Qamişloyê vekişin qişleyên leşkerî yên hatine diyarkirin û dê Artêşa Sûriyeyê jî ji başûrê Hesekê ber bi bajarokê Şedadê ve vekişe. Dîsa dê hikûmeta demkî li Hesekê tumeneke leşkerî ava bike û dê HSD 3 tugayan xwe entegreyî vê tumenê bike. Hêla leşkerî ya Kobanê diparêze jî dê di nava tumena leşkerî ya Helebê de entegre bibe.

Gava Duyem: Ewlehî û vesaziyên Rêveberî

Li gorî gava duyem a peymanê herî kêm di nava 10 rojan de li Hesekê û Qamişloyê cuda cuda 15 wesayîtên ewlehiyê yên HSDê dê werin bicihkirin û dê ev hêzên ewlehiyê bi Wezareta Ewlehiyê re were entegrekirin. Her wiha Waliyê Hesekê dê bi pêşniyara HSD, Midûrê Ewlehiya Hundirîn bi pêşniyara hikûmeta Şamê, Cîgirê Wezîrê Parastinê dê bi pêşniyara HSDê were tayînkirin

Gava Çeremîn: Entegrasyona Saziyên jiyanî

Di peyamanê de mijara petorl û saziyên hewavaniyê jî hatin destgirtin. Li gorî peymanê dê din ava 10 rojan de tesîsên petrolê yên li qadên Rimêlan û Siweydayê û xebatkarên wê dê dewrî Wezareta Enerjiyê werin kirin û entegrasyona wan were pêkanîn. Dîsa Saziya Hewayî Sivîl dê Belefirgeha Qamişloyê dewr bigre.

Deriyên sînor û ewlehiya wan

Di peymanê de xalên herî girîng yek jî entegrasyona saziyên sivîl e. Ji ber Rêveberiya Xweser bi giranî xwe li ser saziyên sivîl rêxistin dike û sazîbûna sivîl diparêze. Li gorî gava 4emîn a peymanê dê Gerînendetiya Derîyên Sînor tîmekê di deriyên sînor ên Sêmalka û Nisêbînê de bi cih bike. Herwiha li van deran çek nayê bikaranîn û dê têketina bi çek a kesên biyanî were qedexekirin. Li gorî van xalan jî divê deriyên sînor vekirî bên hiştin.

Hikmên ji bo hemû aliyan derbasdar

Di beşa dawî ya gava 4emîn a peymanê de hat diyarkirin ku hikmên hatine diyarkirin ji bo hemû aliyan derbasdar in û dê di tevaniya pêvajoyê de derbasdar be. Li gorî vê yekê dê hêzên leşerî nikaribin têkevin bajar û bajarokan. Taybetî jî nakevin herêmên Kurdan.”

Hevsengiya belgenameyên dibistanan

Li gorî peymanê hemû xwendekarên ku li dibistan, dibistana navîn û dibistanên bilind ên pîşeyî perwerde dîtine dê karibin hevsengiya belgenameyên xwe bi dest bixin û dê ev belgename wek fermî werin erêkirin. Herwiha di naveroka perwerdeyê de dê xweseriyên Kurdan berçav were girtin. Dîsa dê saziyên herêmî yên çandî, sivîl û medyayê bi saziyên têkildar re li gorî rêziknameyê bi awayeke guncav bibin xwedî rûxsat.

Pêkanîna vegera gund û bajaran

Li gorî peymanê dê vegera hemû kesên ji gund û bajarên xwe bûne were pêkanîn, dê li van herêman rêveberên rêveberiyên herêmî werin tayînkirin.

Etîket: Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)Mafên Kurdanpeyman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

9 ADAR 2026
HSD di çarçoveya peymana 29ê Çileyê de ji Şêxlerê vedikişe

HSD di çarçoveya peymana 29ê Çileyê de ji Şêxlerê vedikişe

2 ADAR 2026
5 partiyên siyasî yên Rojhilat peymanek nû çêkirin

5 partiyên siyasî yên Rojhilat peymanek nû çêkirin

22 SIBAT 2026
Arîn Mihemed ji bo parastina mafên Kurdan banga avakirina komîteyeke hiqûqê kir

Arîn Mihemed ji bo parastina mafên Kurdan banga avakirina komîteyeke hiqûqê kir

19 SIBAT 2026
Heyva Sor a Kurd: Rewşa mirovî li Kobanê girantir dibe

Dorpêça li Kobanê didome: Şam 5 roj in peymanê binpê dike

7 SIBAT 2026
Piştperdeya hewldanên Abdullah Ocalan ji bo lihevhatina li Sûrî

Piştperdeya hewldanên Abdullah Ocalan ji bo lihevhatina li Sûrî

6 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Koma Agirê Jiyan: Werin em bi ruhê Newroza azadiyê stranên xwe bibêjin

    Koma Agirê Jiyan: Werin em bi ruhê Newroza azadiyê stranên xwe bibêjin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peyama Abdullah Ocalan dê li Newroza Amedê bê xwendin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Keskîn Bayindir: Em di qonaxa azadiya birêz Ocalan de ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cudahî û hemaniyên Newrozên Kurdistanê: Li Rojhilat dîrok û çand e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gundî pirr ji rojnamegeriyê hez dikir û xwedî seknek şoreşger bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi kareografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Geverê: Bila Newroz bibe wesîleya azadî û serketinê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 18ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê seferberiya Newrozê: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (699)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne