Navenda Ragihandinê ya HSDê der barê hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot re daxuyaniyek da.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, endama Fermandariya Giştî ya HSDê Rohilat Efrîn û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed duh li Hewlêrê bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot re civiyan.
‘Li dijî DAIŞê têkoşîna hevberş muhîm e’
Navnda Ragihandinê ya HSDê der barê hevdîtinê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di civînê de rêbaz û mekanîzmeya pêkanîna peymana 29ê Çileyê hat nîqaşkirin û wiha hat domandin “Teqezî li ser vê yekê hat kirin ku divê peyman bi temamî were bicihanîn. Her wiha berdewama têkoşîna hevbeş a li dijî rêxistina DAIŞê, mîsogeriya ewlehî û navendên ragirtina çekdarên rêxistinê û malbatên wan hatin nîqaşkirin.”
Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku di hevdîtinê de teqezî li ser girîngiya parastina taybetmendiyên herêmên Kurdan û parastina mafên gelê Kurd ê li Sûriyeyê hat gotûbêjkirin.
Entegrekirina YPJê
Li gorî daxuyaniyê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî di nav de mijara entegrasyona hêzên leşkerî û ewlekariyê bi hemû hûrgiliyên wê hatin nîqaşkirin ku bikeve xizmeta ewlehiya tevahî herêmê.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wezîrê karên derve yê Fransayê piştgiriya welatê xwe bi pêkanîna peymanê ragihand û girîngiya vê pêvajoyê di xurtkirina ewlehî û domandina têkoşîna li dijî terorê de vegot.
‘Divê koçberên Efrîn û Serêkaniyê vegerin’
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Fermandariya HSDê careke din pabendîbûna xwe bi pêkanîna peymana 29ê Çileyê, şopandina xebata têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞê û garantiya ewlehiya navendên ragirtina çekdarên rêxistinê û malbatên wan anî ziman. Her wiha bal kişand ser girîngiya vegera koçberan li herêmên xwe, bi taybetî yên Efrîn û Serêkaniyê, girîngiya beşdariya çalak li ser asta nîştimanî da ku çareseriyeke siyasî ya giştî pêk were ku mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê mîsoger bike. Fermandarê Giştî yê HSDê pesnê rola erênî ya Fransayê di vê pêvajoyê de da ku piştgirî da hewldanên aştî û îstiqrarê.”













