Piştî HSDê xwe ji Qampa Holê vekişand, HTŞê deriyên qampê vekirin û bi hezaran endamên DAÎŞê serbest berda.
Çeteyên HTŞê, DAÎŞ, SMOyê û girêdayî Tirkiyeyê ev 2 roj bûn bênavber êrişî Qampa Holê ku zêdeyî 10 hezar endam û malbatên DAÎŞê li dihatin ragirtin, dikir. HSDê bi sedema hêzên navneteweyî berpirsyariya xwe ya Hevpeymana Navneteweyî pêk neanîn, di seatên nîvro de ji qampê vekişiya. Çeteyên HTŞê piştî vê vekişînê ketin qampê û deriyên qampê vekirin. HTŞê zêdetirî 10 hezar endam û malbatên DAIŞê serbest berdan.
HTŞ DAIŞî tev li xwe kirin
Mijara endam û malbatên DAIŞê yên ku di Qampa Hoê de dihatin ragirtin demeke dirêj e di rojeva cîhanê de bû û parastina wê HSDê dikir. Her wiha hate zanîn ku HTŞê beşek endamên DAIŞê ya mezin bi çek kiriye û tev li hêzên xwe kiriye.







