HSDê beriya niha daxuyandibû ku wan hêzên xwe ji Girtîgeha El Aktanê ya li Reqayê vekişandine. Li gorî çavkaniyên herêmî û dîmenên hatine bidestxistin HTŞê girtiyên DAIŞî serbest berdane.
Li gori angaştên çavkaniyên ji herêmê girtiyên DAIŞî yên ji hêla Hêzên Sûriya Demkoratîk (HSD) ve di bin kontrolê de dihatin girtin bi destê HTŞê serbest tên berdan. Piştî HSDê daxuyand ku wan hêzên xwe ji Girtîgeha El Aktanê ya li Reqayê vekişandine, çeteyên HTŞê kontrola girtîgehê dewir girt. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin û dîmenên li ser hesabên çeteyan hatine weşandin xuya dike ku çeteyên HTŞê girtiyên DAIŞî ji Girtîgeha El Aktanê hatine berdan.
Li gorî agahiyan li Girtîgeha El Aktanê 2 hezar endamên DAIŞî dihatin girtin. Di dîmenên hatine weşandin de tevahiya van girtiyan hatin berdan.













