Hunermend Bermal Çem û Alî Baran piştgiriya xwe ya ji bo Rojava anîn ziman û diyar kirin ku gelê kurd careke din nîşan da ku dema dibin yek tu hêz nikare wan têk bibe.
Êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava didomin. Li dijî van êrîşan gelê kurd li çar aliyê Kurdistanê û cîhanê her roj çalakiyên girseyî li dar dixin. Bi deh hezaran kurd dadikevin qadan û piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê tînin ziman. Hunermend jî bi peyam û stranên xwe piştgiriyê didin gelê Rojava. Hunermend Bermal Çem û Alî Baran jî banga xwedîderketina li Rojava kirin û gotin ku yekîtî dê hêza wan bike yek.
Hunermend Bermal Çem diyar kir ku bi rojan e li ser gelê Rojavayê Kurdistanê êrîşên dijwar hene û wiha got: “Lîstokên gelek qirêj têne lîstin. Gundên me, bajarên me tên bombekirin. Goristanên me tên wêrankirin. Gelê kurd li çar aliyê cîhanê û li çar parçeyên Kurdistanê li dijî van êrîşan berxwedaniyek bêhempa dimeşîne. Li kolanan çalakiyan li dar dixin. Hêzên me yên HSD, YPG, YPJ, di kozikên şer de berxwedaneke dîrokî demişînin. Hunermed, jin û hemû ferdên civakê li dijî van êrîşan gelek daxuyanî dan û piştgiriya ji bo Rojava anîn ziman. Jin û ciwanan çek girtin û beziyan kozikên şer.”
‘Divê em yekîtiya xwe xurttir bikin’
Bermal Çem xwest ku her kes li pişt şervanan be û got: “Divê em pişta şervanên xwe xurt bikin. Şervenekî di dîmenê xwe dibêje ‘Bila gelê me li pişta me be’ Divê me jî çalakiyên xwe yên li kolanan xurttir bikin. Van çalakiyên li qadan nîşanî hemû cîhanê da ku yekîtiya ruhê gelê kurd çiqas bi hêz e. Gelê Kurd careke din nîşan da ku dema gelê Kurd dibe yek tu hêz nikare pişta vî gelî deyne erdê.”

Bermal Çem xwest ku bi hevre hîn zêdetir van çalakiyên xwe xurttir bikin û wiha axivî: “Em zêdetir dengê xwe bigînin çar aliyên cîhanê. Em yekîtiya xwe xurt bikin. Em van lîstokên qirêj ên liser, hebûn û nasnameya gelê kurd pûç bikin. Berxwedanî ruhê civaka gelê kurd zindî dike. Heta dawî em ê li ber xwe bidin. Ji bo wê jî çalakî didomin û her roj çalakî hene. Li hemû bajarên Ewropayê her roj çalakî hene em van çalakiyan xurttir bikin.”
‘Ji bo Kurdan dema berxwedanê ye’
Hunermend Alî Baran jî bang li gelê Kurd û Kurdistanê kir û wiha got: “Dixwazin Rojavayê Kurdistanê tenê bihêlin. Rojava li dijî êrîşan mecbûr maye şer bikin û civaka xwe biparêzin. Em li pişt wan in. Divê em kar û barên xwe bikin yek. Divê em siyaseta xwe jî bikin yek. Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye nabin welatên demokrat. Ji bo kurdan dem dema berxedanê ye. Dewleta Tirk hezar sal in nebûne demokrat dê çawa bibin demokrat. Em ji bo miletê xwe, ji bo siyaseta xwe û ji bo azadiya xwe şer bikin.”

‘Divê hemû hunermend piştgiriya gel bikin’
Alî Baran, xwest hemû gelê kurd hêz û siyaseta xwe bikin yek û li ber xwe bidin û wiha bi dawî kir: “Em naxwazin bibin koleyê dewletan. Divê çar aliyê Kurdistanê alîkariya Rojava bikin. Eger Rojava têk biçe dê hemû parçeyên Kurdistanê jî biçe. Ji bo parastina Rojava em li ber xwe bidin. Em li pişt wan in. Divê hemû hunermend û rewşenbîr li pişt gelê xwe bin.”












