Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo di 37emîn salvegera koça xwe ya dawîn de Ii Qamişloyê bi merasîmekê hate bibîranîn.
Yekitiya Hunermendan a Cizîrê û Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo, bi boneya 37emîn salvegera wefata hunermend Mihemed Şêxo li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo a li bajarê Qamişlo merasîmek li dar xist.
Di merasîmê de hunermend, nivîskar, rewşenbîr, malbata Mihemed Şêxo û hezkiriyên wî ku piranî ciwan bûn, amade bûn.
Di merasîmê de birayê Mihemed Şêxo hunermend Beha Şêxo axivî û got: “Mihemed Şêxo digot `eger piştî koça min û ez bawer im ji vê gotina xwe, sed sal jî derbas bibin, dê milet li min guhdarî bike û stranên min şîrove bike`.”
Beha Şêxo destnîşan kir ku Mihemed Şêxo stranên şoreşgerî, evîndarî û civakî gotine û 3 nifş bi stranên wî mezin bûne.
Piştre ji hêla Koma Ciwanan a Mihemed Şêxo û Koma Botan ve stranên Mihemed Şêxo hatin gotin. Her wiha hunermend Sefqan Orkêş û Amir Remo jî di merasîmê de stran gotin.
Mihemed Şêxo sala 1948an li gundê Xecokê yê Qamişloyê ji dayik bûye û di 9ê Adara 1989an de li Qamişloyê jiyana xwe ji dest da.













