• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Êrişên li ser Rojava zêde dibin

    Êrişên li ser Rojava zêde dibin

    Heyva Sor a Kurdistanê: Tirkiye ji êrişên li ser wargehên tenduristiyê berpirsyar e

    Heyva Sor a Kurdistanê: Tirkiye ji êrişên li ser wargehên tenduristiyê berpirsyar e

    Şandeya diçe Rojava gihişt Zaxoyê

    Şandeya diçe Rojava gihişt Zaxoyê

    Meşa li Nisêbîn ber bi Qamişlo ve dest pê kir 

    Meşa li Nisêbîn ber bi Qamişlo ve dest pê kir 

    Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn piştgirî da Rojava 

    Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn piştgirî da Rojava 

    Çeteyên Şamê li Şedadê gorên şehîdan xira kirin 

    Çeteyên Şamê li Şedadê gorên şehîdan xira kirin 

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Êrişên li ser Rojava zêde dibin

    Êrişên li ser Rojava zêde dibin

    Heyva Sor a Kurdistanê: Tirkiye ji êrişên li ser wargehên tenduristiyê berpirsyar e

    Heyva Sor a Kurdistanê: Tirkiye ji êrişên li ser wargehên tenduristiyê berpirsyar e

    Şandeya diçe Rojava gihişt Zaxoyê

    Şandeya diçe Rojava gihişt Zaxoyê

    Meşa li Nisêbîn ber bi Qamişlo ve dest pê kir 

    Meşa li Nisêbîn ber bi Qamişlo ve dest pê kir 

    Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn piştgirî da Rojava 

    Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn piştgirî da Rojava 

    Çeteyên Şamê li Şedadê gorên şehîdan xira kirin 

    Çeteyên Şamê li Şedadê gorên şehîdan xira kirin 

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hunermendên NÇMê: Dem dema tevgera kolektîf û parastina wêrekî ye

Stenbol / AW

21 ÇILE 2026 - 12:22
Kategorî: ÇAND Û HUNER, ROJANE, WÊNE
A A
Stenbol – Hunermendên li Stenbolê destnîşan kirin ku gelê Kurd niha di nav agirekî de ye û wiha gotin: “Dem dema tevgereke kolektîf û parastina bi wêrekî ye.”

 

Li dijî êrişên ser Rojava yên çeteyên HTŞê, SMO û Tirkiyeyê gelek derdorên cûda bertekên xwe tînin ziman. Li Stenbolê bi pêşengiya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) li avahiya NÇMê ya navçeya Beyogluyê daxuyanî hat dayîn. Tevî endam û rêveberên NÇMê, gelek hunermend tev li daxuyaniyê bûn.

Daxuyaniyê endama NÇMê Mizgîn Duruk xwend.

‘Bêdengî, hevkariya vî sûcî ye’

Mizgîn Duruk diyar kir ku di pêvajoyeke ku li Rojhilata Navîn geşedanên girîng diqewimin de, HTŞ Rojava kir hedef, “Enfal” îlan kir û got: “Dema em van hevokan saz dikin; yên jiyanê diparêzin hîn di nav rewşek giran de ne û li ser pêyan in. Yên ku serkeftina Kobanê nikarîbûn qebûl bikin, careke din li derketin ser dikê. Gelê Kurd di nav agirekî de ye ku destkeftiyên xwe bi berdela canê xwe diparêze. Bermahiyên DAIŞê, bi nûnerên xwe yên bi kravat û çeteyên xwe yên li kolanan bi xwînê ve xwe xwedî dikin. Her çend bixwazin bi rêya medyayê; raya giştî ya cîhanê bixapînin jî, tişta ku diqewime, pratîka komkujiyê ye. Bêdengî, hevkariya vî sûcî ye.”

‘Dem dema tevgereke kolektîf û parastina bi wêrekî ye’

Mizgîn Duruk anî ziman ku gelên li Rojava dixwazin ser axa xwe jiyaneke ku di bingeha wê de azadî, demokrasî û aştî hebe bijîn, niha ev jiyan di bin dorpêçeke giran de ye û wiha axivî: “Ne tenê Kurd, hemû gelên li Sûriyeyê dijîn di bin metirsiyê de ne. Rê eşkere ye; an dê li kêleka berxwedêran cih bê girtin, an jî li kêleka çeteyên HTŞê were sekinandin. Em gihîştine wê astê ku hevokên dirêj bêwate dimînin. Niha rêhevalê aqil ê herî bi qîmet hest e. Dem dema tevgereke kolektîf û parastina bi wêrekî ye.”

‘Li dijî vê hovîtiya bûye belaya serê mirovahiyê rabin’

Mizgîn Duruk bang li dostên xwe yên hunermend û li hemû raya giştî ya demokratîk kir û wiha got: “Werin em deng bidin dengê Rojava. Em li dijî vê hovîtiya ku bûye belaya serê mirovahiyê rabin; bila wêrekiya me bibe ders ji bo şerxwazan. Hêviya aştiyê li ber çavên me tê gulebarankirin. Parastina jiyanê berpirsiyariya me hemûyan e. Em bawer dikin ku banga me dê di nav hemû dostên me de deng vede. Rojava kelaka şoreşê ya jinan e.”

 

Etîket: daxuyanîMizgîn DurukNavenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM)Piştgiriya Rojavayê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Komeleya Timoqiyan: Guh bidin dengê aqil, qanûn û mirovahiyê

Komeleya Timoqiyan: Guh bidin dengê aqil, qanûn û mirovahiyê

21 ÇILE 2026
Platforma Saziyên Demokratîk a Îzmîrê êrîşên li ser Rojava şermezar kir

Platforma Saziyên Demokratîk a Îzmîrê êrîşên li ser Rojava şermezar kir

20 ÇILE 2026
Li 3 navçeyên Stenbolê ji bo Rojava daxuyanî hatin dayîn

Li 3 navçeyên Stenbolê ji bo Rojava daxuyanî hatin dayîn

20 ÇILE 2026
Barzanî: Em qebûl nakin zirar bigihêje xwişk û birayên me yên li Rojava

Barzanî: Em qebûl nakin zirar bigihêje xwişk û birayên me yên li Rojava

20 ÇILE 2026
HSDê li herêma Çelebiyê êrîşeke çeteyan têk bir

Ji HSDê daxuyaniyeke girîng

20 ÇILE 2026
Tevger û rêxistinên jinan ji bo Rojava seferber dibin

Tevger û rêxistinên jinan ji bo Rojava seferber dibin

20 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (913)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne