Hunermendên ku dê li Amed, Wan û Stenbolê di pîrozbahiyên Newrozê de derkevin ser dikê diyar bûn. Di nava hunermendan de Koma Amed, Agirê Jiyan û Alend Hazim jî hene.
Cejna Newrozê ya îsal dê herî kêm li 53 navendan bê pîrozkirin. Di 9’ê Adarê de li Amed û Stenbolê deklarasyona Newrozê bê aşkerakirin. Dirûşma Newroza îsal wekî “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” hat diyarkirin.
Bernameya Newrozê bi vî rengî ye:
9ê Adarê: Deklarasyon li Amed û Stenbolê
11ê Adarê: Dep (Xarpêt), Sûr (Amed), Kadifekale (Îzmir), Bazîd (Agirî)
14ê Adarê: Kop (Mûş), Xelfetî (Riha), Meletî, Nisêbîn (Mêrdîn), Misirc (Sêrt)
15ê Adarê: Qoser (Mêrdîn), Semsûr, Colemêrg, Agirî, Qers, Aydin, Îdîr, Mûş
17ê Adarê: Dêrsim, Erdîş (Wan), Erzirom
18ê Adarê: Gever (Colemêrg)
21ê Adarê: Amed, Tekîrdag, Kocaelî
22yê Adarê: Enqere, Stenbol, Mersîn, Riha, Balikesîr, Çewlîg, Wan, Dîlok, Êlih, Xarpêt, Antalya, Konya, Edene, Denîzlî, Îzmîr, Tetwan (Bedlîs), Cizîr (Şirnex), Sêrt, Bursa, Mugla, Îskenderûn (Hatay), Manîsa, Osmaniye, Çanakkale, Eskîşehîr
23yê Adarê: Şirnex
24ê Adarê: Silopiya (Şirnex)
Hunermendên 3 bajaran
Hunermendên ku dê li Amed, Wan û Stenbolê derkevin ser dikê diyar bûn. Koma Agirê Jiyan piştî gelek salan dê cara yekem li Amedê derkeve ser dikê.
Wan
* Koma Agirê Jîyan
* Koma Rojhilat
Amed
* Koma Agirê Jîyan
* Zeynep Casalînî
* Alend Hazîm
Stenbol
* Koma Amed
* Suavî













