Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê derbarê îdîayên îşkence û muameleya xirab li dijî du penaberên Sûriyeyî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku îşkence sûc e û divê zimanê nefretê û polîtîkayên cudakar demildest werin rawestandin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê, ji bo balkişandina li ser îşkence û şîdeta ku li dijî penaberên Sûriyeyî Muhemmed Salih Xelîl û Veys Xelîl hatiye kirin, li avahiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Şaxê Revşen Yildiz ve hate xwendin.
Revşen Yildiz destnîşan kir ku dewlet mecbûr e li gorî peymanên navneteweyî tevbigere û got ku her du ciwanên xwediyê statuya “parastina demkî” di 7ê Kanûna 2025’an de ji aliyê polîsan ve hatine sekinandin. Yildiz got ku polîsan bi hinceta kontrola GBTyê her du ciwan xistine wesayîteke sivîl a spî û li wir îşkence li wan kirine.
‘Êrîş li ser aştiya civakê ye’
Revşen Yildiz anî ziman ku îşkence û heqaret ne tenê di nav wesayîtê de, lê piştî ku her du ciwan birine mala xwe û di dema lêgerîna malê de jî berdewam kiriye.
Yildiz got: “Polîsan bi zimanekî nîjadperest û cudakar gef li ciwanan xwarine û ji wan re gotine ‘Vegerin welatê xwe, em ê we dersînor bikin.’ Ev helwest ne tenê binpêkirina mafên kesan e, di heman demê de jî êrîşek li ser aşitiya civakî ye.”
Yildiz destnîşan kir ku nasname an jî statuya hiqûqî ya kesekê çi bibe bila bibe, tu wezîfedarê dewletê mafê bikaranîna şîdeta fîzîkî an jî psîkolojîk nîne û got: “Tirkiye li gorî xala 17’an a Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî mecbûr e ku derbarê îdîayên îşkenceyê de lêpirsînek serbixwe û bi bandor bimeşîne.”

Daxwaziyên ÎHDyê
Revşen Yildiz di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku her du ciwanên ku niha li Navenda Vegerandinê ya Harmandalî ya Îzmîrê ne û di bin xetera dersînorkirinê de ne, divê demildest werin berdan.
Yildiz daxwaziyên ÎHDyê wiha rêz kir:
-Divê derbarê polîsên ku îşkence li ciwanan kirine de lêpirsînek bêalî û bi lez bê destpêkirin.
-Divê kiryarên ku li ser bingehên cudakarî û nîjadperestiyê têne kirin bê ceza nemînin.
-Divê zimanê ku şîdeta li dijî penaberan rewa dike bê terikandin.
-Divê penaberên ku di bin gefa dersînorkirinê de ne neyên bêdengkirin.
ÎHDyê di dawiya daxuyaniyê de anî ziman ku ew ê heta dawiyê şopdarê vê dozê bin.













