• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nişandan’

    ‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nişandan’

    Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

    Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

    Quntara Qerejdaxê bi agirê Newrozê ronî bû

    Quntara Qerejdaxê bi agirê Newrozê ronî bû

    Agirê Newrozê li Agiriyê hat pêxistin

    Agirê Newrozê li Agiriyê hat pêxistin

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

    Li baregeha Koalîsyonê Navneteweyî ya Hesekê dronek hate xistin

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nişandan’

    ‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nişandan’

    Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

    Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

    Quntara Qerejdaxê bi agirê Newrozê ronî bû

    Quntara Qerejdaxê bi agirê Newrozê ronî bû

    Agirê Newrozê li Agiriyê hat pêxistin

    Agirê Newrozê li Agiriyê hat pêxistin

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

    Li baregeha Koalîsyonê Navneteweyî ya Hesekê dronek hate xistin

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ÎHD û OHDê rapora merasîma şewitandina çekan parve kir

Navenda Nûçeyan / AW

27 TEBAX 2025 - 15:22
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
ÎHD û OHDê rapora têkildarî merasîma çekberdanê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk aşkera kir û ji bo pêşketina pêvajoyê pêşniyar kirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), rapora xwe ya çavdêriyê ya têkildarî merasîma şewitandina çekan ku Koma Aştî û Civaka Demokratîk di 11ê Tîrmehê de li çolterê bajarê Silêmaniyê li dar xist, aşkera kir. Nûnerên ÎHD û OHDê daxuyanî, li navenda giştî ya ÎHDê dan û bal kişand ser gelek xisûsan.

‘Pêdivî bi veguhertinê heye’

Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban, diyar kir ku mezintirîn astengiya li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd, pirsgirêka demokrasiyê ye. Kuçukbalaban, ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibate û geşedanên piştre jî got: “Ji bo çareseriya meseleya Kurd a li ser zemîneke siyasî û hiqûqî, geşedanên krîtîk û girîng in.”

Bi domdarî Kuçukbalaban anî ziman ku hewceye îmhakirina çekan tenê weke mijara “ewlehiyê” neyê dîtin û wiha domand: “Dixwazin bi bîra hemû aliyan û aktorên civakî bixin ku hewceye pêvajo veguhere ser zemîneke siyasî û hiqûqî. Divê teqez bi misogerkirina maf û azadiyên şexsî û kolektîf, bi cîbicîkirina serweriya hiqûqê, mafên mirovan ên gerdûnî û normên demokrasiyê bersiv ji çekberdayînê re were dayin. Ji bo civakîbûna aştiyê, hewcehî bi jinûveavakirina baweriya civakê heye. Ji bo vê jî divê bi rabirdûyê re hevrûbûnek çêbibe, bandora pêvajoya şer a li ser kes û civakê were kêmkirin û pêdivî bi pêvajoyeke çêker heye. Ji bo vê pêvajoya ku em jê re dibêjin edaleta serdema derbasbûnê divê mekanîzmayên pêwîst bên avakirin. Ji bo pêvajo veguhere aştiyeke mayinde, herî kêm biqasî muzakerekirina her du aliyên şer dikin girîng e.”

Pêşniyar

Piştre jî Hevseroka Giştî ya OHDê Ekîn Yeter Moray axivî û pêşniyarên ji bo pêşxistina pêvajoyê amade kirine wiha rêz kir:

“* Divê nêzikatiyeke ne tenê aliyên şer lê tevahiya civakê beşdarî pêvajoyê dike were esasgirtin; di pêvajoyên biryardayînê de bi baldarî tevbigerin û mekanîzmayên piranîparêz, şefaf û ji venêrîna civakê re vekirî bên avakirin.

* Ji bo Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û hêj di astekî mezin de tecrîdkirî ye bikare bi awayekî çalak tev li muzakereyan bibe, divê mafê wî yê pêwendîdanînê bê dayin û mercên wî yên fîzîkî li gorî hiqûqa navneteweyî bên amadekirin.

* Divê peymaneke civakî û destûreke bingehîn a nû ya li gorî rêbazên beşdariya civakê hatiye amadekirin ku pêşî li ber veguherîna demokratîk a Tirkiyeyê veke û aştiyê mayinde bike, were çêkirin. Di serî de mafê zimanê dayikê yê gelê Kurd û naskirina çandî, hewceye daxwazên hemwelatiya wekhev bi destûra bingehîn bên misogerkirin.

* Divê Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê ya dij-demokratîk were rakirin û sererastkirinên qanûnî yên xwe dispêrin serweriya hiqûqê û li gorî onrmên mafên mirovan bikevin meriyetê.

* Di serî de girtiyên nexweş ên rewşa wan giran, divê sepanên cihêkar ên înfaza cezayê yên li dijî girtiyên siyasî bên rakirin û muwzûata têkildarî mafê hêviyê tavilê bê sererastkirin.

* Divê girtiyên siyasî tavilê bên berdan û hevşaredarên ji peywirê hatine dûrxistin demildest vegerin ser peywira xwe.

* Her wiha, divê Tirkiye Şertê Xweseriyê yê Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê ku li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û çareseriya li ser zemîneke aştiyene astengî ye, Peymana Mafên Medenî û Siyasî, Peymana Mafên Zarokan û peymanên din ên navneteweyî mohr bike.

*Hewceye Tirkiye, Peymana li Dijî Hemû Windakirinên bi Darê Zorê, Dadgeha Cezayan a Navneteweyî (Statuya Romayê), Peymana Stenbolê û peymanên din ên mafên mirovan bihêz dikin îmze bike.

* Biryarên DMME û AYMê divê tavilê bên cîbicîkirin.

* Ji bo milîtanên çek berdane bikarin tev li jiyana siyaseta sivîl û demokratîk bibin, divê astengiyên li pêşiya wan bên rakirin.”

Di merasimê de çi bû?

Di heman demê de naveroka rapora çavdêriyê jî hate parvekirin. Di raporê de têkildarî torenê wiha hate gotin:

“* Toren, 23 deqeyan piştî saeta dihat payin, li gorî saeta Tirkiyeyê di 11.23yê de dest pê kir. Piştre hate zanîn ku cihê cihê rêxistinên civaka sivîl ên dê agahiyên têkildarî envanterên çekan û agahiyên têkildarî nasnameyên milîtanan bigirtana hatiye guherandin û ev derengmayin bi vê boneyê çêbûye.

* Merasîm, li Şikefta Caceneyê hat lidarxistin. Piştî koma 15 jê jin û 15 jî zilam bi giştî ji 30 kesan pêk dihat û çekên cuda li gel bûn ku Hevseroka KCKê Besê Hozat (Hulya Oran) li pêşiya wan bû ber bi qadê ve hatin, merasîm dest pê kir.

* Komê yekser berê xwe da platforma beriya niha hatibû amadekirin ve çû. Wêneyekî Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê hatiye kişandin dabûn ser dîwarê li pişta platfomê.

* Piştî kom li platformê bi cih bû, Besê Hozat (Hılya Oran) û Behzat Çarçel (Nedîm Seven) ji raya giştî re metnên bi zimanên Tirkî û Kurdî xwendin. Du versiyonên cuda yên heman metnê li beşdaran hatin belavkirin.

* Piştî daxuyanî bi dawî bû, li gorî rêza ji şikeftê ber bi qade ve hatin, li herî pêş Besê Hozat, milîtanan yek bi yek çekên xwe xistin hundirê xezneyê. Ji bo agahiyên nasnameyên milîtanên di komê de û envanterên çekan bên radestkirin, bang li Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban, Hevseroka Giştî ya OHDê Ekîn Yeter Moray û Sekreterê Giştî yê TÎHVê Coşkun Ustercî hate kirin, têkildarî bernameya torenê agahî hatin dayin û piştre jî derbasî beşa ji bo wan hatibû veqetandin hatin kirin.

* Milîtanê bi navê Tekîn Mûş (Mehmet Demîrer) ku di komê de cih digirt, piştî çeka xwe xistî hundirê xezneyê, hate cem qada ji bo nûnerên ÎHD, OHD û TÎHVê hatiye veqetandin û agahiyên nasnameyê yên milîtanên çekên di destê xwe de berdane û dosyaya envanterên çekên dê bên îmhakirin, radestî şandeyê kir. Di vê navberê de diyar kir ku ew dixwazin êdî di çareseriya meseleya Kurd de tundiyê ji dewrê derxînin, bi vê boneyê îro li vir bi awayekî sembolîk çekên xwe dişewitînin, ew girîngiyê didin ku rêxistinên civaka sivîl di meseleya Kurd de bi roleke mezintir rabin û bi vê boneyê jî wan guncav dîtine ku dosyayê radestî rêxistinên civaka sivîl bikin.

* Piştî tevahiya milîtanan çekên xwe xistin hundirê xeznê, Besê Hozat (Hulya Oran) û Behzat Çarçel (Nedîm Seven) hatin hindava xeznê û bi alîkariya peywirdaran agir berdan çekan û şewitandin.

* Piştî şewitandina çekan, koma milîtan a ji 30 kesan pêk dihat li pey hev rêz bû û bêyî çek pê re bin ber bi Şikefta Caseneyê ve çûn.

* Merasîm, saet di 12.00ê de bi dawî bû. Di sihbetên bi xebatkarên çapemeniyê yên li qadê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û siyasetmedaran de hatiye destnîşankirin ku şewitandina çekan, ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane ya meseleya Kurd, mijareke krîtîk e.

* Şandeya Çavdêriyê piştî merasîmê di roja 11ê Tîrmehê de vegeriya Hewlêrê û ji wir jî bi otobûsan ber bi Amedê ve bi rê ket. Di 12ê Tebaxê saet derdora 06.00an jî endamên şandeyê gihiştin Amedê û li vir jî çûn bajarên xwe.”

Etîket: çekÎHDmerasîmOHDpkk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bêrêziya li dijî miriyan li Wanê hate şermezarkirin

Bêrêziya li dijî miriyan li Wanê hate şermezarkirin

12 ADAR 2026
Ûgûrlû: Mafê hêviyê ji bo birêz Ocalan mafekî rewa, mirovî û hiqûqî ye

Ûgûrlû: Mafê hêviyê ji bo birêz Ocalan mafekî rewa, mirovî û hiqûqî ye

6 ADAR 2026
Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan hate pirsîn

Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan hate pirsîn

28 SIBAT 2026
OHD: Azadiya fizîki ya Abdullah Ocalan azadiya civaka Kurd e

OHD: Azadiya fizîki ya Abdullah Ocalan azadiya civaka Kurd e

28 SIBAT 2026
Ji 27ê Sibatê heta Îro: PKKê rastiya Kurd bi dostan da nasîn û bi dijminan da qebûlkirin -4

Ji 27ê Sibatê heta Îro: PKKê rastiya Kurd bi dostan da nasîn û bi dijminan da qebûlkirin -4

28 SIBAT 2026
Parêzvanê mafên mirovan Vural jiyana xwe ji dest da

Parêzvanê mafên mirovan Vural jiyana xwe ji dest da

27 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Yek ji kedkar û pêşengê şoreşa Rojava: Salih Muslim

    Yek ji kedkar û pêşengê şoreşa Rojava: Salih Muslim

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyetek ji Bakur dê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Salih Muslim jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Agirê Newrozê yê salên 90î: Gelo ev der ku der e?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Salih Muslim, dengê rasteqîn ê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Salih Muslim peyamên sersaxiyê hatin weşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşegul Dogan: Şandeyeke DEM Partiyê dê tevlî merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Ebexê: Bila Newroza îsal bibe wesîleya azadî û aştiyeke mayînde

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (479)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne