Şaxa ÎHDê ya Stenbolê li dijî êrişên ser Rojavayê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo şer bê rawestandin divê mafê gelê Kurd were naskirin.
Şaxa Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li Qada Şîşhaneyê ya navçeya Beyogluyê ji bo rawestina êrişên ser Rojava daxuyanî da. Daxuyaniyê Serokê şaxa ÎHDê ya Stenbolê Jiyan Tosun xwend.
‘Divê tu kes li dijî êrişan bêdeng nemîne’
Jiyan Tosun anî ziman ku Kobanî ji bo cîhanê bûye sembol û wiha axivî: “Di sala 2014an de DAÎŞê êrişî Kobanê kir. Wê demê hêzên Kurd êrişan tek bir. Li dijî berxwedana Kobanê DAÎŞ tune bû. Piştî HTŞ hat ser desthilatdariya Sûriyeyê, êrişî gelê Elewî, Durzî û Kurd kir.
‘Demokratîkbûna Sûriyeyê dê bandor li Tirkiyeyê jî bike’
Di berdewama axaaftina xwe de Jiyan Tosûn bal kişand ser parastina mafên Kurdan û ev tişt gotin: “Ji bo şer bê rawestandin divê mafê gelê Kurd bê naskirin. Divê li Sûriyeyê desthilatek demokratîk be avakirin. Ev desthilatdar dê bandorî Tirkiyeyê jî bike. Divê tu kes li dijî êrişan bêdeng nemîne.”






