Hevseroka Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed bal kişand ser berpirsyariya DYAyê ya navbeynkariyê û got: “Em girêdayî vê peymanê ne û ji bo peyman were pêkanîn di nava hewldanên de ne.”
Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê êrişên xwe yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd didomînin. Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed têkildarî êrişên çeteyan ji AFPê re axivî.
‘Em aştiyê diparêzin’
Îlham Ehmed bal kişand ser girîngiya diyalogê û wiha got: “Em ji aştiyê diparêzin û dixwazin pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin. Lê belê em heya niha dibînin ku hikûmeta çareseriyekê naxwaze. Bi êrişkirina herêmên Kurd ên li HelebÊ şer dixwazin. Hikûmet bi van êrişan ve dixwaze peymanên hatine qebûlkirin bi dawî bike. Lê em girêdayî peymanan in û hewl didin ku ev peyman werin pêkanîn.
Berpirsyariya DYAyê
Îlham Ehmed diyar kir ku di mijara pevçûnan de rolake girîng ê Emerîkayê heye û ev tişt gotin: “Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) berpirsariya navbeykariyê girtiye ser xwe. Em hêvî dikin ku ji bo lihevkirinê hinek zextê bikin.”













