Îlhan Dayan di gotûbêja “Şêwreke Wêjeyî’ de axivî û got: “Dema ku em li zimanê xwe nebin xwedî dê ziman û nasnameya me ji dest biçe. Divê dil, mejî û ruh bikin Kurdî.”
Komeleya Wejekarên Kurd, bi nûnertiya Egîtîm Senê ya Pasûrê re bi sernavê “Şêwreke Wêjeyî” li navçeya Pasûrê ya Amedê bi tevlibûna gelek nivîskaran gotûbêjek li dar xistin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya navçeyê, Hevşaredarê navçeyê Murat Îpek û gelek wêjehez tevli bernameyê bûn. Bernameya gotûbêjê bi moderatoriya Stran Şev û bi beşdarbûna helbestvan Esra Sadikoglu, Mahmût Gulecan, Servet Denîz û Îlhan Dayan ê ku piştî 32 sal ji zindanê hatibû tahliyekirin weke hat lidarxistin.
Endamê Komeleya Wêjekaran Servet Denîz diyar kir ku dema ku zimanê Kurdî bê qedexekirin ew ziman tu carî li pêş nakeve û nabe xwedî statu û wiha axivî: “Bi avakirina komarê re zimanê Kurdî her ku çû zext li serê zêde bûn û hat qedexekirin. Beriya ku bê qedexekirin hilberîna wêjeya devkî xurt bû û her civak bi rengên xwe yên cuda dihat dîtin. Berê her çîrok bi rengên xwe yên wêjeyî dihatin vegotin. Lê niha jî em lê dinêrin bêhtir bûye bi rengekî modernîst û hatiye berovajîkirin. Tişta ku azadiya wêje û ziman asteng dike cîhana dijîtal e. Ji ber ku jiyana dijîtal her tişt li gorî xwe teşe dide mirov. Bi yekê re di hişê me de bindestî mezintir bû. Asteng kirina azadiyê ne bi tenê navendiye. Dema ku qereqol û girtîgeh ji aliyê pergalê ve tê avakirin em bêhtir di mêjiyê xwe de didin qebûlkirin. Bi vê yekê re danûstendinên nava civakê qels dibin. Dema mirov çiqas bi civakê re têkildar be mêjiyê mirov ew qas berfireh dibe. Hin tişt ji bo jiyana mirov çiqas hêsan dibe, lê ew qas jî neyêniya xwe jî heye. Wêje hîma bingehîn ziman e. Bi pêşketina teknojiyê re ji aliyê civakî ve gelek astengî têne jiyîn.”
‘Ev asta ku heta îro jin gihîstinê jî bi saya tevgerê ye’
Endama Komeleya Wejekarên Kurd Esra Sadikoglu jî got her çiqas jin ji aliyê xwendin û nivîsandinê ve hatibin astengkirin jî dîsa ji aliyê wêjeyê ve xwe li paş nehiştiye û wiha axivî: “Ji ber ku jin her tim ji aliyê ziman ve baldar tevgeriyaye û hertim di nava jiyanê bi Kurdî axivî ne. Gelek caran di nava jiyanê de pêşiya jinan hatiye girtin. Ev asta ku heta îro jin gihîstinê jî bi saya tevgerê ye. Em spasiya xwe li wan dikin. Gelek caran ji bo jin dibistan nexwînin çûyîna wan hatiye qedexekirin û heramkirin. Em li gorî dunyaya sêyemîn ji aliyê wêjeyê ve li paş mane. Ji ber ku ew derfet ji destê me hatiye girtin. Di sala 1919an de komeleya jinan a wêjeyê hatiye avakirin û nivîsa wan baş bûye. Ew nivîskariya wan dertê pêş jî. Hê jî jin tam neketine nav jiyanê. Ji bo ku jin bêhtir binivîse divê bê perwerdekirin. Her wiha ji bo nivîsandinê pêdiviya me jinan bi azadiyê heye. Hertim mijarên rexneyê li ser jinan tê kirin û me didin mijara paş. Jiyana me hemû jî bi xebrojkek bû, ew jî em ji dayîka xwe û pîra xwe digirin.”
‘Divê em rûpeleke nû di jiyana xwe de vekin’
Piştre jî Îlhan Dayan axivî û got divê dil, mejî û ruh bikin Kurdî ji ber ku dayikên Kurd bi vî awayî mirov pê mezin dibe û got: “Dema ku em li zimanê xwe nebin xwedî dê ziman û nasnameya me ji dest biçe. Bi hezaran xwişk û birayên me û hevalên me di zindanan de ne. Tişta ku di zindanê de jî me li ser piya dihişt xeyamên me yên azadiya vê ergnîgariyê bû. Tişta ku li ser me dihat ferzkirin jî ji ber van xeyalan nikaribû bi me. Wêje jî ji bo şûştina ziman e, da ku em dikaribin dilê xwe mezin bikin. Gelek tişt di mêjiyê mirov de hene lê di divê tişta dibe bar em biavêjin. Bila di jiyana me de helbestên kurdî, têkoşîn û heskirin hebe. Divê em rûpeleke nû di jiyana xwe de vekin.”
Helbestvan Mahmût Gulecan jî got: “Divê em peşî ji xwe dest pê bikin û em azadî û aştiya xwe di nava xwe de ava bikin. Em çiqas aştiya xwe bidin avakirin dê ew qas jî em ê xwe azad bikin.”
Bername bi îmzekirina pirtûkan bi dawî bû.
















