Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dê di 17ê Çileyê de li Amedê Civîna xwe ya Giştî ya Asayî ya 2yemîn li dar bixe.
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dê di 17ê Çileyê de bi dirûşma “Em ê bi ruhê yekîtiyê bi serbikevin” Civîna xwe ya Giştî ya Asayî ya 2yemîn li Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar bixe. Civîna giştî dê saet di 09.00an de dest pê bike. Di civînê de dê sînevîzyona têkildarî xebatên înîsiyatîfê bê nîşandan, rapora xebatê bê xwendin û hevberdevk û delegeyên înîsiyatîfê û mêvan dê biaxivin. Di dawiya civînê de jî dê encamnameya civînê bê xwendin.














