Baregeha hêzên leşkerî ya PAKê ya li sînorê Dêgele ya ser bi parêzgeha Hewlêrê hate bombebarankirin. Di êrişê de pêşmegeyekê jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Şerê Îran û Îsraîlê di roja 5emîn de berdewam dike. Îranê carek din êrişî baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya li sînorê bajarokê Dêgele ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve kir. Rêveberê bajarokê Dêgele Soran Ekrem ji ajansa Rojnewsê re ragihand ku bi dronan êrişî baregeha PAKê ya li Dêgele hatiye kirin. Soran Ekrem da zanîn ku di encama êrişa bi drona xwekujî pêk hatî de pêşmergeyek bi navê Celal Reşîde jiyana xwe ji dest da û 3 pêşmerge jî birîndar bûne. Di encama êrişê de ziyana madî jî derket hole.













