Pastarên Şoreşê yên Îranê daxuyand ku wan Kendava Hurmuzê girtine û diyar kir ku keştiyên ku hewl bidin derbas bibin wê bibin hedef.
Li gorî medyaya dewleta Îranê, fermandarê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ragihand ku Kendava Hurmuzê ku yek ji noqteya herî girîng ên veguhastina petrolê ya cîhanê ye girtin. Fermandar diyar kir ku keştiyên ku hewl bidin ji tengavê derbas bibe wê were şewitandin.
Tengava Hurmuzê ku Kendava Basrayê bi Kendava Omanê û deryayên vekirî ve girêdide wekî rêyek avê ya stratejîk tê zanîn ku beşek girîng a bazirganiya petrolê ya cîhanî ji wir derbas dibe. Pispor diyar dikin ku girtina tengavê dikare di bazarên cîhanê rê li ber guherînên cidî veke û di serî de wê aboriyên pêşkeftî yên ku girêdayî enerjiyê ne bihejîne.













