Medyaya Îranê kuştina Fermandarê Yekîneya Operasyonên Taybet ya 840emîn a Tûgayên Qudsê Esxer Baqirî piştrast kir.
Şerê DYA-Îsraîlê û Îranê 38 roj in berdewam dike. Di êrişan de efserekî payebilind yê leşkerî yê Tûgayên Qudsê ya Îranê hate kuştin. Medyaya Îranê kuştina fermandarê Yekîneya Operasyonên Taybet a 840emîn a Supaya Qudsê li Tehranê piştrast kir.
Li gor medyaya navxwe ya Îranê ev berpirsê payebilind di êrişên hewayî yên DYA û Îsraîlê yên li ser Tehranê de hatiye kuştin.













