Rayedareke payebilind yê endamê Meclîsa Pisporan a Îranê eşkere kir ku hilbijartina rêberê olî yê Komara Îslamî ya Îranê bi dawî bû.
Ev demeke ji bo hilbijartina rêberê olî yê Îranê agahî tên parvekirin. Li gorî daxuyaniya endamê Meclîsa Pisporan ya Îranê Ehmed Elemeulhuda ji bo diyarkirina rêberê olî yê Îranê hilbijartin hatiye kirin lê ligel vê jî kesê ku hatiya hilbijartin navê wî nehate eşkerakirin. Tê gotin ku “Hê hinek astengî hene ku nav bê eşkerekirin.”
Nûnerê Weliyê Feqî yê li parêzgeha Xorasana Rezewî Ehmed Elemeulhuda destnîşan kir ku wan hilbijartin bi dawî kirine û ji bo Îranê rêberê olî hatiye hilbijartin.
Ehmed Elemeulhuda got ku rêber hatiye hilbijartin û endamên Meclîsa Pisporan jî hew dikare vê biryarê biguhêrîne.
Hêjayê gotinê ye ku li gor vê daxuyaniyê rêberê olî yê Îranê hatiye diyarkirin û tu destûr û erk hew dikare vê biryarê biguhêrîne. Lê li gel vê jî navê diyarkirî eşkere nekirine. Ji ber vê encamê gelek derdor demildest eşkere kirin ku Îran ji ber fikara dê ji aliyê Îsraîl û Amerîkayê ve bê kuştin newêre navê rêberê xwe yê olî eşkere bike.













