Malbatên di encama dagirkeriya Tirkiyeyê de bi neçarî axa xwe terk kirîn, piştî 7 salan vegeriyan ser axa xwe. Zêdeyî 3 hezar malbatên ji Hesekê gihiştin Efrînê. Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê Mehmûd Xelîl diyar kir ku heta berî Newrozê dê 40 hezar kes vegere ser axa xwe.
Di çarçoveya pêkanîna Peymana 29ê Çileyê de vegera malbatan a Efrînê dest pê kir. Di encama hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê û komîsyona ji bo vegera koçberan hatiye avakirin de ji bo destpêkê 400 malbat hatin tespît kirin. Berî çûyîna malbatan di dawiya sibatê de Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê Mehmûd Xelîl bi lijneyekê çû Efrînê û amadekarî di cih de şopandin. Piştî hevdîtinan biryar hate dayîn ku îro ango 9ê Adarê koma yekemîn a Efrîniyan derkeve rê.
Li Hesekê kom bûn
Malbatên hatine tespîtkirin îro di seatên sibê de ji bajarên Rojavayê Kurdistanê ber bi Hesekê ve derketin rê. Komên ji bajarên cuda hatîn li Werçerxa Panaromayê ya Hesekê gihiştin hev amadekariyên pêwist kirin. Hatine gel hev ya gelê Efrînê dîmenên geh hestewar û geh bi coş derxistin holê.
Zêdeyî 3 hezar kesî derketin rê
Zêdeyî 3 hezar kesên li Hesekê gihiştin hev, piştre li otobêsên hatine amadekirin sûwar bû. Her wiha bi sedaw welatî jî ligel eşyayên heyîn bi wesayîtên taybet tev li konvoye vegera ser axa Efrînê bûn. Karwanê Efrîniyan ji sedan erebeyan û otobusên taybet ên Meclisa Koçberên Efrîn-Şehbayê û Parastina Sivîl a Sûriyeyê derketin rê.
Hêzên Ewlehiya Rojava dê ewlehiyê bigire
Hejmarek Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê, Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê Mehmûd Xelîl û Fermandara Hêzên Asayîşê Nesrîn Abdullah û hejmareke berpirsên Hikûmeta Demkî yên ji bo vegera koçberan hatine wezîfedarkirin jî tev li karwanê Efrîniyan bû.
Berî Newrozê dê hemû Efrînî vegerin
Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Hesekê Mehmûd Xelîl ku bi komê re derket rê, agahî dan çapemeniyê. Xelîl diyar kir ku xebat ji bo vekirina korîdoreke ewle ber bi Efrînê ve di nav 3 rojan de, tê kirin û hewldanên vegera hemû koçberan beriya Newrozê, dewam dikin.
Zêdeyî 40 hezar kes dê vegere
Mehmûd Xelîl derbirî ku îro 3 hezar koçber vedigerin û ev agahî dan: “Bi giştî heta niha zêdeyî 8 hezar malbat hene. Hejmara van malbata digihe zêdeyî 40 hezar kesî. Ji bo vegera navenda Efrînê jî amadekarî didomîn. Armanca me ew e ku berî Newrozê tevahiya Efrîniyan vegerin ser axa xwe.”
Efrînî gihiştin ser axa xwe
Piştî karwan ji Hesekê derket, li ser riya Reqa, Tebqa û Helebê derbasî nav axa Efrînê bû. Di tevahiya rêwisitiyê de Hêzên Ewlehiya Rojavayê Kurdistanê ewlehiya karwan girt. Beşek hêzên ewlehiyê li pêşiya konvoyê kontrola rê pêk anîn.
Dê biçin Şiyê, Cindirês û Mabatayê
Malbatên gihiştin sînorê Efrînê dê ji vir biçin navçeyên Şiyê, Cindêris û Mabatayê yên Efrînê. Heta malbat bi awayek ewle cih bibin dê alîkariya pêwist bê kirin û ewlehiya wan bê girtin.














