Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji destpêka şer ve 300 rampayên moşekên balîstîk ên Îranê hatin rûxandin.
Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (Tsahal) daxuyand ku hêzên hewayî yên Îsraîlê di saetên sibehê de pêlek nû ya êrîşan li ser hedefên leşkerî yên li Îranê dest pê kirin. Hat diyarkirin ku di êrîşan de tesîsên leşkerî yên li rojava û navendî yên Îranê hedef girtin.
Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku di êrîşan de rampayên moşekên balîstîk û pergala parastina hewayî yên Îranê hatine hedefgirtin. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku wan 300 rampayên moşekên balîstîk îmha kirine û daxuyand ku armanca operasyonan ew e ku êrîşên moşekan ên li ser axa Îsraîlê kêm bikin.
Tsahal ragihand ku ji destpêka şer ve 113 pêlên êrîşî li dar xistine û bi dehan bombe li ser rampayên moşekan ên li Îranê barandine.













