awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Îsraîlê 4 jê rojnameger 14 kes kuştin

Navenda Nûçeyan / AW

25 TEBAX 2025 - 13:28
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Balafirên Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasir kir. Di êrîşê de 4 jê rojnameger 14 kes hatin kuştin.

Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî nexweşxaneyekê kir. Di êrîşê de 14 kes hatin kuştin. Berpirsên beşa Tenduristiyê ya Filistînê diyar kir ku balafirên Îsraîlê Nexweşxaneya Nasir a li Xezayê bombebaran kir. Di encamê de gelek kes di nav de rojnamevan hatin kuştin. Kanala “El Eqsa” der barê mijarê de daxuyand ku di bombebarana Îsraîlê ya li dijî Nexweşxaneya Nasir de, 4 jê rojnameger 14 kes hatin kuştin. Rojnamegerên hatin kuştin wina ne: Mihemed Selame, Meryem Ebû Deqe, Husam El Misrî û Muaz Ebû Taha.

Piştî endamên agirkujî û ambulanc berê xwe da cihê bûyerê ku birîndaran rizgar bikin û kuştiyan derxin, Îsraîlê careke din êriş kir. Parastina Sivîl a Filistînê ragihand ku ajokarê agirkujiyê hat kuştin û 7 endamên ji tîma Parastina Sivîl a Xan Yûnisê birîndar bûn.

Dezgehên ragihandinê yên Filistînê ragihand ku di êrişên vê sibehê yên Îsraîlê li dijî deverên cuda yên Şerîda Xezayê de 20 kes hatin kuştin.

Çavkaniyek bijîşkî ya Nexweşxaneya Şîfa ji ajansa WAFAyê ya Filistînê re bi bîr xist ku di êrişa balafirên Îsraîlê li dijî malekê li herêma Kerame ya bakurê rojavayê Xezayê de herî kêm 2 kes hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihandibû ku di 24 saetên dawîn de ji ber xela û xwarina nebaş 11 kes mirin. Bi wê re hejmara miriyan a ji ber xelayê li Şerîda Xezayê derket 300 kesî, di nav de 117 zarok in.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

24 xebatkarên CHPê ji kar hatin derxistin

24 xebatkarên CHPê ji kar hatin derxistin

25 GULAN 2026
Amedspor derket Super Lîgê

Kampa Dareşekran a li Hewlêrê hat bombebarankirin

25 GULAN 2026
Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

25 GULAN 2026
DEM Partiyê du malbat li hev anî

DEM Partiyê du malbat li hev anî

25 GULAN 2026
Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir

Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir

25 GULAN 2026
Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

25 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • GULAN 2026 (661)
    • NÎSAN 2026 (1047)
    • ADAR 2026 (1153)
    • SIBAT 2026 (1043)
    • ÇILE 2026 (1573)
    • KANÛN 2025 (636)
    • MIJDAR 2025 (501)
    • COTMEH 2025 (512)
    • ÎLON 2025 (484)
    • TEBAX 2025 (467)
    • TÎRMEH 2025 (582)
    • HEZÎRAN 2025 (463)
    • GULAN 2025 (577)
    • NÎSAN 2025 (468)
    • ADAR 2025 (540)
    • SIBAT 2025 (514)
    • ÇILE 2025 (594)
    • KANÛN 2024 (628)
    • MIJDAR 2024 (94)

    Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

    Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

    Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram Whatsapp

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    Encamek nîn e
    View All Result

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne