Li gorî dîmenên ji qadê tên û dawuyaniyên artêşa Îsraîlê balafirên şer ên Îsraîlê li bajarê Ehvazê yê Îranê êrîşên hewayî li dijî bi dehan baregehên Besîc, Sepah, polîs û artêşê pêk anîn.
Şerê Îsraîl, DYA û Îranê di roja 13emîn de berdewam dike. Di êrîşan de, bingehên girêdayî Sepahê Pasdaranê Şoreşê ya Îranê (IRGC) û hêzên Besic hedef hatin girtin. Di dîmenên ji Ehvazê hatine weşandin gelek baregehên aîdî artêş û îstîxbarata Îranê rastî êrişê hatine. Di dîmenan de xuya dike ku baregeh bi tevahî ji holê rabûne û ji bermayiyên wan jî dûman ber bi esman ve bilind dibe. Her wiha çavkaniyên herêmî jî destnîşan dikin ku bi dehan bingeh û avahiyên leşkerî yên Besic, Sepah, polîs û artêşê hatine wêrankirin.













