Şaredariya bajarê Poggibonsi yê Îtalyayê bi piraniya dengên encûmena şaredariyê hemwelatîbûna rûmetê pêşkêşî girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ku li girtîgeha Evîn ya Îranê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, kir.
Seroka Şaredariya bajarê Poggibonsi yê Îtalyayê Sozana Cana li ser hesabê xwe yê Xê ragihand, bi piraniya dengên encûmena şaredariyê wana hemwelatîbûna rûmetê pêşkêşî girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî kirine.
Di peyamê de hatiye diyarkirin ku Werîşe Muradî di girtîgeha Evîn ya Îranê de girtiye, metirsiya darvekirinê li ser jiyana wê heye û ew li ser mijarê lêkolîn dikin.
Di 17ê Hezîrana 2024an de, Werîşe Muradî ji aliyê Şaxa 15emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve, bi biryara Dadwer Ebulqasim Selewatî ve bi tometa “endama rêxistinê” hat tometbarkirin û di 10ê Mijdara 2024an de cezayê darvekirinê lê hate birîn.