Welatiyên bajarên Dêrikê, Girkê Legê û Çilaxayê ji bo beşdarî çalakiya nobetê bibin, berê xwe dane Bendava Tişrînê.
Bi dehan şêniyên ji bajarên Dêrik, Çilaxa û Girkê Legê yên kantona Cizîrê ku li qadên giştî hatin gel hev, ji bo beşdarî çalakiya nobetê bibin, bi moreleke bilind ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin. Şêniyên hersê bajaran dê nobetê parastina bendavê ji şêniyên Hesekê, Şedadê, Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temir dewr bigirin. Ji 8ê Çileya 2025an gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê û nîşandana dijbertiya xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk û komên paralîmîter ên girêdayî Tirkiyeyê çalakiya nobetê bi rêxistin dikin.