Li gelek welatên Amerîkaya Latîn û Ewropayê bi çalakiyên cêr be cûr piştgiriya berxwedana Rojava kirin û banga parastina Rojava kirin.Ji Şîliyê silavên şoreşgerî şandin.
Çalakiyên ji bo Rojava li seranserê cîhanê bênavber didomin. Bi taybetî ji ji Ewropa û Amerîkaya Latîn çalakî û peyamên piştgiriya ji bo Rojava tên dayîn.
Şîlî
Li Şîliyê, komeleya Unión Rebeldê ku ji ciwanan seranserê Şîlî pêk tê, silavên xwe yên şoreşgerî ji gelên Rojava re dişîne. Komeleyê got: “Berxwedana Rojava Berxwedana me ye. Em ji li vir li hember heman hêzên emperyalist têdikoşin ku îro erîşê Rojava dikin. Ji Şîlî heta Kurdistanê serkeftin ya me ye.
Li Brezîlyayê çalakiya afîşê
Li Brezîlyayê, kolektîfa Kasa Invisivel çalakiya afîşê li dar xist û piştgiriya xwe ji bo şoreşê bi vî awayî nîşan kir û got: “Em heta dawî piştgiriya Rojava û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û berxwedana we li dijî şer û dagirkerî dişopînin. Rojava mînak e ji bo me. Rojava temsila civakakî dike ku xwe bi xwe rêve dibe û demokratîk e. Ev sembola şoreşa jinê û jiyana azad a gelek netewe û olên cûr bi cûr. Îro wan serkeftiyan bin erîşê de ne ji aliyê çeteyên cîhadîst bi piştgiriya hêzên navnetewî. Parastina Rojava tê wate parastina rûmeta mirovahiyê û jiyanekî alternatîf a derva baviksalariyê ye. Em dengê xwe li dijî bêdengiya navneteweyî bilind dikin. Bijî berxwedana Rojava.”
Li Îtalyayê semîner hat dayîn
Li Lîseya Bilind a Liceo Virgilio li Mîlano ya Îtaliyayê semînerek hate lidarxistin. Semîner bi giranî li ser rewşa dawî ya Rojava sekinî û li ser stûnên bingehîn ên şoreşê: demokrasî, azadiya jinan û ekolojî hatin nîqaşkirin.
Hanover
Ciwanên enternasyonalist li ber Konsulxaneya Tirkiyeyê kom bûn. Bi çalakiya xwe, ciwanan piştgiriya xwe ji bo şoreşa Rojava, sembola jiyana azad, anîn ser ziman.
Zurich
Li Zurich ê Swîsreyê çalakiyekî bi hêz di dema xwepêşandana ‘Rojava biparêzin’ pêk hat. Li ber Odeya Bazirganiyê ya DYA’yê, li ser kolanê bi tîpên mezin ‘Rojava biparêzin’ hatî nivîsandin. Ev peyam hat hdayîn: “DYA piştgiriya kujera Colanî dike, lê em dizanin ku her du jî dijminên me ne! Ji ber vê yekê em bi hev re li ber xwe didin.”
Roma
Li Romayê, ji bo piştgiriya Rojava çalakiya xwendinê hate lidarxistin. Di çalakiyê de nivîsên li ser konfederalîzma demokratîk bi hev re hatin xwendin û girîngiya şoreşê hate nîqaşkirin.
Li Fransa, Albanya, Almanyayê peyamên hevgirtinê
Li Marsîlya ya Fransayê, Tîran a Albanyayê û Dortmund û Regensburg ên Almanyayê ciwanan peyamên hevgirtinê ji gelê Rojava re şandin. Di daxuyaniyên xwe degotin: “Êrîşên li ser Rojava erîşên li dijî modela jiyana demokratîk in. Di heman demê de DYA dixwaze bi wan erîşan kontrola xwe li ser çavkaniyên binerd û rêyên bazirganiyê yên ku li Bakurê Sûriyeyê re derbas dibin misoger bikin. Wekî dij-faşîst, em piştgiriya gelê Rojava dikin. Li Rojava, gelê Kurd li ber xwe dide. Berpirsyarên vê şerê li vir in, Werin em li hember wan têbikoşîn! Bijî şoreşa Rojava! Bijî berxwedana Rojava!
Ciwanan çalakiyên afîşan li dar xistin
Ciwanan li Monza ya Îtalya, Malaga (Valencia) û Stuttgart a Almanyayê, ji bo hevgirtina xwe ya enternasyonalist bi gelê Rojava re nîşan bidin çalakiyên daliqandina afîşan li dar xistin. Ciwanan dorpêça li ser Rojava a hêzên emperyalîst û çeteyan şermezar kirin û bang li hemû hêzên şoreşger ên cîhanê kirin ku ji bo parastina şoreşa Rojava dest bi çalakiyan bikin.
Kiel
Ji bo Roja Çalakiya Kobanê, li Kielê çend grafîtî hatin çêkirin da ku balê bikişînin ser erîşan li diji Rojava û ev peyam dan: “Şoreşa Rojava bi piştgiriya Tirkiye, DYA û YEyê, ji aliyê çeteyên HTŞê ve tê hedef girtin. Werin em piştgiriya gelê Rojava bikin. Bijî hevgirtina navneteweyî, Bijî Berxwedana Rojava.”












