Li Konyayê avahiya 4 qat hilweşiya. Ji bin enkazê 3 kes bi saxî xelas kirin û kesekî jiyana xwe ji dest da. Lêgerîna kesa bi navê Turkî Muhamed didome.
Şevê din li navçeya Selçuklu ya Konyayê avahiya 4 qatî hilweşiya. Piştî avahî hilweşiya, yekîneyên tenduristiyê û agirkujê çûn cihê bûyerê. Piştî lêgerîna kesên di bin avahiyê de mane dest pê kir, 3 kes bi saxî xelas kirin. Piştî lêgerina 15 saetan cenazeyê kesê bi navê Emine Mustafa ji bin kavilên avahiyê derxistin. Lêgerîna hevjîna Emîn Mustafa, Turki Muhammed berdewam dike. Têkildarî bûyerê 4 kes hatin binçavkirin.