Li Qilebanê ji bo çanda dengbêjiyê bidin jiyîn bi tevilbûna gelek dengbêjan bername hat lidarxistin.
Li Seyrangeha Avaspî ya navçeya Qileban a Şirnexê ji aliyê Komeleya Çand û Xwezayê ya Goyan ve (Goyî-Der) bi tevlibûna Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan, rêxistinên partiyên siyasî, rêveberên rêxistinên demokratîk û gelek welatiyan bernameya dengbêjan hat lidarxistin.
Di axaftinên bernameyê de hatine kirin de wateya dengbêjiyê ya di çanda kurdî de hat vegotin. Axaftvanan grîngiya çanda dengbêjiyê di çanda devkî de ya kurdî de anîn ziman.
Piştî axaftinan dengbêj Evdilayê Goyî, Ahmed Colemêrgî, Emerî Mahmûd, Mihamedê Elî, Newzetê Qeşûrî, Seyîtxan Goyî û Bêrîtebêjên Qeşûrî û Kirorî stran gotin.
Piştî bernameya dengbêjiyê, Parlamenter Ûysal ji bo tevilbûna çalakiya li hember talana xwezayê ya li Bestayê pêk bê bangewazî kir.