Mamosteyê Çapemeniya Azad rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol ku jiyana xwe ji dest da û îro cenazeyê wî hate definkirinê li Şaxa ÎHDê ya Enqereyê şîn hat danîn. Şîn dê 3 rojan bidome.
Mamosteyê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol ku di 14ê Cotmeha 2025an de li mala xwe ya Enqereyê xwîn çûbû ser mejiyê wî û ji wê rojê û vir ve li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, şeva sersalê jiyana xwe ji dest da. Huseyîn Aykol piştî bi merasîma cenaze ya li Goristana Karşiyaka ya navçeya Yenîmahalê ya Enqereyê hat veşartin li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê şîn hate danîn.
Li cihê şînê wêneyê Huseyîn Aykol li ser maseyê hate danîn. Şîn ji aliyê malbat, DFG, MKG û heval û dostên Huseyîn Aykol ve tê birêvebirin. Endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek kes serdana şînê kir. Şîn dê 3 rojan bidome.













