• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Welatiyan rapora hevpar nirxand: Em azadiya mîsogerkirî dixwazin

    Welatiyan rapora hevpar nirxand: Em azadiya mîsogerkirî dixwazin

    Mamosteyên Kurdî: Pêwist e Kurdî bibe zimanê bazarê û perwerdehiyê 

    Mamosteyên Kurdî: Pêwist e Kurdî bibe zimanê bazarê û perwerdehiyê 

    Ji bo meşa 21ê Sibatê bang: Ziman xelata dilê mirov e

    Ji bo meşa 21ê Sibatê bang: Ziman xelata dilê mirov e

    Arîn Mihemed ji bo parastina mafên Kurdan banga avakirina komîteyeke hiqûqê kir

    Arîn Mihemed ji bo parastina mafên Kurdan banga avakirina komîteyeke hiqûqê kir

    Hunermend: Kurd dikarin bi ruhê çand û hunera xwe yekîtiyê ava bikin

    Hunermend: Kurd dikarin bi ruhê çand û hunera xwe yekîtiyê ava bikin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 19ê SIBATA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Amed / AW

19 SIBAT 2026 - 08:42
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Berdevk û rêveberên Saziyên Zimanê Kurdî bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, bang li gel kirin ku beşdarî meşa Amedê bibin û gotin: “Xelat dil ziman, zimanê me dilê me ye. Werin em bi hev re ji bo qezenckirina statuya mafê zimanê Kurdî bimeşin.”

Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo meş û daxuyaniya bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, bang li gelê Amedê kirin. Endamê Komîsyona Ziman a OHDê Mehmet Emîn Gokdemîr, Berdevka Meclîsa Ziman a Konseya Bajêr Leylana Sidiq, Hevserokê MED-DERê Remzî Azîzoglu, mamosteya zimanê Kurdî û rêvebera MED-DERê Dîlan Guvenç, û Berdevka Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Demet Ceylan ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser mafên ziman û destnîşan kirin ku di qada hiqûqî de hemû ziman wekhev in.

Rêveberên saziyan diyar kirin ku zimanê Kurdî ji bo ku ji windabûnê rizgar bibe û di jiyana gelemperî de bibe xwedî bandor, divê bibe xwedî statuyeke fermî û perwerdehiya bi Kurdî di hemû qonaxên perwerdehiyê de were qebûlkirin.

‘Ziman hebûn û kesayetiya me ye’

Rêveberên saziyan destnîşan kirin ku ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, di heman demê de hebûn û nasnameya mirovan e û gotin: “Ziman xelata dil e, zimanê min dilê min e. Ji bo xelata dilê xwe û dilê we, 21ê Sibatê roja zimanê zikmakî ya dayîkê ya cîhanê em ê bi hev re pîroz bikin. Statuya zimanê xwe, perwerdehiya zimanê xwe bi hev re bixwazin. Hûn jî werin, li zimanê xwe xwedî derkevin. Zimanê we kesayetiya we ye, hebûna we ye. 21ê Sibatê roja Şemiyê bi şiyara ‘Statuya zimanê Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî’ em ê li qadan bin. Meş û daxuyaniya me saet 12:00an de li ber avahiya DBPê (Oryil) heta ber AZC Plazayê berdewam bike. Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û gerdûnî ye.”

Etîket: 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya CîhanêMED-DERPlatforma Saziyên DemokratîkSaredariya Bajare Mezin a AmedeSaziyên Zimanê Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mamosteyên Kurdî: Pêwist e Kurdî bibe zimanê bazarê û perwerdehiyê 

Mamosteyên Kurdî: Pêwist e Kurdî bibe zimanê bazarê û perwerdehiyê 

19 SIBAT 2026
‘Heta ku Kurdî nebe zimanê perwerdeyê êş û têkoşîna me wê bi dawî nebe’

‘Heta ku Kurdî nebe zimanê perwerdeyê êş û têkoşîna me wê bi dawî nebe’

19 SIBAT 2026
‘Tevgera Azadiyê ziman ji nû ve zindî kir û parast’

‘Tevgera Azadiyê ziman ji nû ve zindî kir û parast’

18 SIBAT 2026
Otomatik taslak

Panela ziman: Kurdî tevî hemû zextan hebûna xwe parast

17 SIBAT 2026
Ji KURDÎGEHê deklarasyona 21ê Sibatê: Bila Kurdî di destûra bingehîn de cîh bigire

Ji KURDÎGEHê deklarasyona 21ê Sibatê: Bila Kurdî di destûra bingehîn de cîh bigire

17 SIBAT 2026
Etîketên Kurdî li bazara taxê hatin belavkirin

Etîketên Kurdî li bazara taxê hatin belavkirin

16 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Tevgera Azadiyê ziman ji nû ve zindî kir û parast’

    ‘Tevgera Azadiyê ziman ji nû ve zindî kir û parast’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur bersiv da banga Rojava: Divê kongreya neteweyî bi derengî nekeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Divê rapora Komîsyonê li gorî rastiyên bingehîn ên civakê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aktivîstên TJAyê: Em ê ji bo azadiyê têkoşîna xwe bilindtir bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîtîkayên qeyim rê li ber çand û zimanê Kurdî digirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di rapora Komîsyonê de xala Kurdî: Divê qanûna heyî bê nûkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MKGê ji bo nûçegihanên ETHAyê qertên piştevaniyê şand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta ku Kurdî nebe zimanê perwerdeyê êş û têkoşîna me wê bi dawî nebe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îro Misilman, Êzidî û Xirîstiyan bi rojî ne: Ji 33 salan carekê dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Numan Kurtulmuş: Rapor dê li ser 7 xalan pêk were

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (703)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne