Li Rezanê gel ji bo Rojava çalakiya deng derxistinê pêk anîn û daketin kolanan agir pêxistin.
Li dijî êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên giredayî dewleta Tirkiyeyê gelê Kurd ên Rojava Bakur, Başur, Rojhilat, Tirkiye û Ewropa li qadan in. Li taxa Şêx Şamîl a Rezanê ya Amedê gel derketin paceyan û çalakiya deng derxistinê li dar xistin û dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” berz kir. Piştî çalakiya dengderxistinê gel daket kolanan û agir pêxistin.














