Amed – Di danişîna doza rojnameger Selamet Tûran de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê û biryara tehliyeyê hate dayîn.
Çaremîn danişîna doza rojnameger Selamet Turan ku bi îdiaya “Emdamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Selamet Turan ku ji 12’ê Sibata 2024’an ve girtî ye û parêzerê wê Resûl Tamur di danişînê de amade bûn. Malbata Selamet Turan û xizmên wê jî tev li danişînê bûn.
Di danişînê de dozger mutalaa xwe pêşkeş kir û xwest ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ceza li were dayin û rewşa girtî bidome.
Rojnameger Selamet Turan di danişînê de bi Kurdî axivî û îdia red kir. Selamet Turan, got; “Ev nêzî saleke bi awayekî derhiqûqî hatime girtin” û daxwaza tehliheya xwe kir. Parêzer Resûl Tamûr jî parastina miwekîla xwe weke mînak nîşan da û got ku xebatên wê ne xebatên rêxistinê ne û daxwaza beraet û tehliyeyê kir.
Şandeya dadgehê jî biryara xwe eşkere kir. Şandeyê, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da û biryara tehliyekirinê da.