• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji bo Salih Muslim peyamên sersaxiyê hatin weşandin

    Ji bo Salih Muslim peyamên sersaxiyê hatin weşandin

    Di Newroza Edeneyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin

    Di Newroza Edeneyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin

    PYD: Mîrateya Salih Muslim berxwedana me ronî dike

    PYD: Mîrateya Salih Muslim berxwedana me ronî dike

    Çûyîna koma duyemîn a koçberên Efrînê taloq bû

    Çûyîna koma duyemîn a koçberên Efrînê taloq bû

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê xwest ku rapora Dîlan Karamanê paşve bê kişandin

    Li Stenbolê agirê Newroza 2026an hate pêxistin

    Li Stenbolê agirê Newroza 2026an hate pêxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Navenda Nûçeyan / AW

12 ADAR 2026 - 00:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Fermandarê Giştî yê GSDê Mazlûm Ebdî, Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Serokê YNKê peyamên sersaxiyê ji bo endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim weşandin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokatîk (HSD) Mazlûm Ebdî der barê şehadeta ji pêşengên siyasî yên Şoreşa Rojava û siyasetmedarê Kurd endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim de peyamek li ser hesabê xwe yê Xê de parve kir.

Mazlûm Ebdî di peyama xwe de got: “Me bi dilêşî û xemgîniyeke mezin agahiya koça dawî ya Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Mulsim bihîst. Bavê Welat, bavê şehîdekî, dosekî nêzî, pêşengekî mezin, siyasetmendar û welatparêzekî Kurd ê hêja bû. Bavê Welat di 40 salên borî de rolekî mezin di têkoşîna azadiya gelê Kurd de list û gelek caran ji aliyê Baasê ve hate girtin û sûrgûnkirin. Her wiha Bavê Welat di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de rolekî pêşeng leyîst. Emê şopa şehîdê doza gelê Kurd Bavê Welat bidomîn,heta hêviyên wî bi cih bînin. Serê malbatê, PYD û yê gelê Kurd sax be.”

Peyama Hevserokên DEM Partiyê

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê PYDê Salih Muslim ê ku jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşandin. Di peyamê de wiha hate gotin: “Em ji ber wefata rêzdar Salih Muslim pir xemgîn in. Em careke din xemgîniya xwe diyar dikin; em sersaxî û duayên xwe bi taybetî ji bo heval û hevjîna wî Eyşe Efendî, gelê Kurd, gelên Rojava û Sûriyeyê pêşkêş dikin.”

Peyama Bafil Talabanî

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK) Bafil Talebanî bi boneya şehadeta siyasetmedarê Kurd û hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim peyama sersaxiyê weşand û got, “Ez ji ber koça dawî ya Endamê Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Birêz Salih Muslim pir xemgînim. Ez sersaxiyê ji gelê Rojavayê Kurdistanê, hevalên PYD’yî û xizmên serbilind yên Birez Salih Muslim re dixwazim. Birêz Salih Muslim, wekî yek ji serkirdeyên navdar yên Rojavayê Kurdistanê, di mijarên netewî de roleke girîng leyîst û têkiliya wî ya xurt bi YNK re ji bo parastina mafên gelê me faktoreke bihêz bû di yekîtiya me de. Bila giyanê hevalê nemir Salih Muslim heta hetayê di aştiyê de bimîne. Bila Xwedê aramî û teselîyê bide her kesî.”

Etîket: peyamSalih Muslimsersaxî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

PYD: Mîrateya Salih Muslim berxwedana me ronî dike

PYD: Mîrateya Salih Muslim berxwedana me ronî dike

11 ADAR 2026
Salîh Muslîm jiyana xwe ji dest da

Salîh Muslîm jiyana xwe ji dest da

11 ADAR 2026
Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

24 SIBAT 2026
KNKê ji bo Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

KNKê ji bo Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

9 SIBAT 2026
Abdullah Ocalan berî peymana HSD-Şamê ji hemû aliyan re peyam şand

Abdullah Ocalan berî peymana HSD-Şamê ji hemû aliyan re peyam şand

5 SIBAT 2026
Salih Muslim: Taybetmendiya herêmên Kurdan dê bên parastin

Salih Muslim: Taybetmendiya herêmên Kurdan dê bên parastin

30 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Salîh Muslîm jiyana xwe ji dest da

    Salîh Muslîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ehmed Huseynî bû rêwiyê nemiriyê: Li pey wî mîrateyek qewî ma

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Ehmed Huseynî dê li Amedê du roj şîn bê danîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kovara xêzeroman a ‘Bajar’ dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Sûrê Newroz bi meşaleyan hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi ser Komkujiya Qamişloyê re 22 sal derbas bûn: Pergala li Rojava armanca komkujiyê pûç kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Keskîn Bayindir: Têkoşîna Rewşan û Mazlûman bi Rêbertiya Ocalan bû manîfestoya azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Endamên YYU-KURDÎ: Cil û bergên Kurdî ji bo me remza yekîtî û serbilindî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di çanda Kurdî de kevneşopiya xişr û morîkan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (436)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne