Li 5 kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 meşên girseyî dest pê kir. Gel ji bo beşdarî mîtîngan bibin dimeşin qadên mîtîngê. Li 5 qadan mîtîngên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dest pê kir.
Di 26emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê de gel li 5 qadan kom dibe û mîtîngan li dar dixin. Gel li dijî komploya li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan ji 5 kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 meşên navendî û 5 mîtîngan dest pê kir. Bi deh hezaran kesan cilên xwe yên neteweyî li xwe kirin û meşiyan. Piranî welatiyan cilên ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li ser hene, li xwe kirin û tev li meşê bûn.