Platforma Saziyên Demokratîk ji bo Rojavayê Kurdistanê bi şîara “Bijî berxwedana Rojava” meşek bi girseyî li dar xist û di daxuyaniya piştî meşê de banga yekîtiyê kir.
Li Colemêrgê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi şîara “Bijî berxwedana Rojava” meşek bi girseyî hat lidarxistin. Di meşê de pankarta “Em rê nadin dagirkeran, bijî berxwedana Rojava” hat vekirin û dowîzên “Rojava bikeve, mirovatî yê bikeve”, “Rojava biparêze”, “Bijî berxwedana rojava” û “Keziyên me berxwedan e” hatin rakirin. Dayikên Aştîyê, parlamenter, hevşeredar û nûnerên sazîyan tev li çalakiyê bûn.

‘Gelê Kurd wê bi ser bikeve’
Girseyê piştî meşê sirûda “Çerxa Şoreşê” xwend. Dû re hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku qeyim tayînî şûna wê hatiye kirin axivî û bal kişand ser têkoşîna Kurdan. Neslîhan Şedal anî ziman ku yên şerê taybet dimeşînin bila bizanibin ku hişmendiya li Rojhilata Navîn bi ser ketiye paradîgmaya jinan a gelê Kurd e. Neslîhan Şedal diyar kir ku heke êriş û komkujî li ser Rojavayê berdewam bikin, li ku derê kurdek hebe, jinek hebe, dostên Kurdan hebin dê bertek nîşan bide.

‘Em Rojava bi tenê nehêlin’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkun Parlak jî axivî û ev yek anî ziman: “Heke em bibin yek, em ê li dijî hemû zehmetiyan derbikevin. Em silavên xwe dişînin ji bo gelê Rojava. Gelê Kurd û dostên xwe Rojava bi tenê nahêlin. Xwedîderketina Rojava tiştekî exlaqî û wîjdanî ye. Yên ku xwedî li Rojava dernakevin, di dilên wan de dijminatiya Kurdan heye. Heta ku ev dijminatî bidome, li ser vê axê aştî jî çênabe.”
Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.













