Ji bajarên Ewropayê heta Amerîkaya Başûr û Bakur ciwanên etneryonalîst êrişên li ser Rojava şermezar kirin û serkeftina salvegera 11emîn a Kobanê pîroz kirin.
Li gelek welatên Ewropa û Amerîkaya Başû û Bakur ji bo 11emîn salvegera serkeftina Kobanê ya ji çeteyên DAIŞê bi çalekiyan pîroz kirin û êrişên li dijî Rojava şermezar kirin.
Wêne û dîmenên cihê reng û çalek ji gelek welatên Ewropa û Amerîka Başûr û Bakur ciwanên Kurd û dostên xwe, ji bo piştgiriya gelê Rojava daketin qadan. Di çalakiyan de 11emîn salvegera serkeftina Kobanê ya ji çeteyên DAIŞê hate pîrozkirin. Her wiha di van çalakiyên de hate nîşandan ku ciwanên enteryonalîst li dora Kobaniya ku sembola jiyana azad e piştevaniya navnetewî dikin.

Ji Berlînê heta Bogotayê, ji Lubeckê heta Malagayê, ciwanan gelek li bajaran silavên piştgiriyê ji gelê Rojava re şandin. Ev dîmen û wêneyên çalekiyan bandora Şoreşa Rojava û biryardariya ciwanan nîşan dide. Ciwan, bi bangewaziya ku Şoreşa Rojava li her derê bê parastin, peyamên yekîtî û biryardariyê dan.
Li Berlînê ciwanan Wezareta Karên Derve ya Almanyayê dagir kirin û êrişên li ser Rojava protesto kirin û xwestin ku pêşî li êrişan û dorpêçê were girtin.














