Çeteyên HTŞê û DAIŞê dîmenên şewitandina cenazeyên Kurdan ên li Tebqayê hatine qetilkirin, weşandin. Di dîmenan de neftê li cenazeyan dikin û heqaretan li Kurdan dikin.
Hovîtiya çeteyên HTŞê û DAIŞê ku ji hêla Tirkiyeyê ve tên rêvebirin, her roj zêdetir derdikeve holê. Di vîdeoyek ku ji hêla çeteyan ve hate weşandin de cenazeyên Kurdan şewitandine û parve kirin e. Çete neftê li gelek cenazeyan dikin û dişewitînin. Her wiha di dema şewitandina cenazeyan de bi gotina, “beraz” heqaret li fermandar û şervanên HSDê û Kurdan dikin.
Ev çeteyên hov di dîmen de gelek caran dibêjin, “neftê pêdake, pêdake.”
Dîmen ji ber ku asta hovîtiyê nîşan dide, me biryar da ku em li ser hesabên platformên medya dîjîtal a ajansa xwe belav nekin.













