Komîteya Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Rojavayê Kurdistanê, xwestin ku konferansek neteweyî ya Kurd bê lidarxistin.
Komîteya Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a li Rojava bi daxuyaniyekê balkişand ser êrişên li dijî gelê Kurd xwest ku nasnameya Kurd û destkeftiyên neteweyî yên di salên dawî de hatine bidestxistin bêne parastin. Komîteyê destnîşan kir ku tecrubeyên Rojava di wijdana hemû Kurdan de ruhê neteweyî ji nû ve zindî kiriye.
Komîteyê, ji bo ciwanên ku di parastina rewa de cih digrin û ji bo Kurdên li her çar beşên Kurdistanê, li dîasporayê silavên xwe şandin û destnîşan kir ku destkeftiyên siyasî, çandî û perwerdeyî yên li Rojava berhema têkoşîna 14 salan e. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dê tu caran dest ji destkeftiyan bernedin.
Pêwistî konferansek berfireh hate destnîşankirin
Komîteyê, di berdewamiya daxuyaniya xwe de banga lidarxistina konferansek neteweyî ya berfireh bi beşdariya nûnerên ji her çar beşên Kurdistanê kir û qiha got: “Armanc ew bû ku vîzyona siyasî bê yekkirin û mîsogerkirina beşdariya xurt a hevkar a gelê Kurd di pêvajoyên siyasî yên pêşerojê de ye.” Komîteyê, daxwaz kir ku Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê gelê Kurd bi destûrî nas bike û mafên siyasî, çandî û neteweyî mîsoger bike.













