KCKê piştî êrişên li ser Helebê polîtîkayên dewleta Tirk bi tundî rexne kir û destnîşan kir ku êrişên li Helebê hewldana têkbirina agirbestê ye û got ku divê ji gav û kiryarên ku pêvajoyê sebote dikin, dûr bên seknandin.
Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCKê, têkildarê êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê û polîtîkayên dewleta Tirk a vê pêvajoyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCKê, da zanîn ku armanca êrişên li ser Helebê ji holê rakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û got ku ev êriş bi hewldana têkbirina agirbestê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê ji helwest û polîtîkayên ku pêvajoyê sabote dike dûr bê rawestandin û ev tişt hat gotin: “Di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de, berpirsyariyên ku dikeve ser milên me, me bêdudilî û wêrekî bicih anîn. Em bang li desthilatdariya AKP û MHPê û rayedarên dewletê dikin, ji bo serketina pêvajoya aştî û civaka demokratîk gavên pêwîst bavêjin. Gelê me û hêzên demokratîk jî ji bo rawestandina polîtîkayên dewleta Tirk ên ku pêvajoyê sabote dikin, divê têkoşîna li ser bingeha demokratîk berfirehtir bikin.”
Daxuyaniya KCKê bi vî rengî ye:
“Bi êrişa li ser taxên Kurdan ên li Helebê, hatiye armanckirin ku van deran bê Kurd bihêlin. Yên ku di encama peymana 1ê Nîsana 2025an a navbera hikûmeta Şamê û rêveberiya xweser de li taxan wezîfeya asayîşê dikirin, bi van êrişan hatin qetilkirin. Hatiye armanckirin ku meclîsên gel ên rêveberiya demokratîk ji holê bên rakirin. Ev êriş armanc dikin ku li ser bingehê dijminahiya Kurd li hemû Sûriyeyê sîstema rêveberiya xweser a ku gelê Kurd bi gelên Ereb, Suryanî û yên din re ava kirî, tasfiye bikin. Ev êriş parçe û dewama êrişên li hemû welatan ên li ser destkeftiyên Kurdan e.
Dema ku çeteyan bi piştgiriya dewleta Tirk dest bi êrişan kir, hêzên asayîşê yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derbasî berxwedana xweparastinê bûn. Li dijî êrişên tunekirin û bê Kurd hiştin, xweparastin mafekî rewa ye. Meclîsa gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û gel li ser esasê peymana 1ê Nîsanê di berxwedana ji bo parastina rêveberiya xweser a demokratîk de cih girtin. Lê belê hêzên ku li Sûriyeyê demokrasiyê naxwazin, ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destpê kirin û êrişa tunekirina rêveberiya xweser a ku li Sûriyeyê sîstemeke demokratîk ava kiriye, dan destpêkirin. Em yên ku li dijî van êrişan bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û ji gaziyên xweparastinê re jî şifaya lezgîn dixwazin. Em bang dikin, gelê ku ji taxan hatiye derxistin û belavî gelek qadan bûye, mafê xwe yê rewa bi kar bînin û vegerin cihên xwe. Hesreta şehîdan û berdêlên hatine dayîn, wê di Sûriyeya demokratîk û rêveberiya xweser de bijî.
Balkêş e ku ev êriş piştî hevdîtinên DYE, Îsraîl, rêveberiya Şam û wezîrê karên derve yê Tirk Hakan Fîdan hatin kirin. Roja ku peyman hate îmzekirin ku başûrê Şamê ji Îsraîlê re were hiştin, êrişî taxên Kurdan ên li Helebê hate kirin. Li Şamê qutkirina hevdîtinan û êriş birina ser taxên ku 1ê Nîsana 2025an statuya wan hatin diyarkirin, nîşan dide ku DYE û hêzên navneteweyî yên li herêmê ev êriş erê kirine, lewma bêdeng man. Di hevdîtinên Şam û şandeya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de, tê zanîn ku Fransayê navbeynkarî kiriye.
Dewleta Tirk ji destpêkê û şûnde di êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê de cih girtiye. Daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk û saziyên weşanê yên çapemeniyê yên nêzî desthilatdariya AKP-MHPê, ev yek bi eşkere nîşan dane. Çapemenî û rayedarên dewleta Tirk nêzîkatiyeke welê raber kirine mîna ku artêşa Tirk şer dike. Ji xwe Fermandariya QSDê ragihand ku SÎHA û tankên dewleta Tirk di nava vî şerî de bûn. Her wiha anîn ziman ku hin efserên Tirk di rêveberiya vî şerî de cih girtin. Polîtîkaya dewleta Tirk bi temamî li ser dijberiya li QSDê dijminatiya li Kurdan e. Ziman û êrişên beriya Banga Rêber Apo ya 27ê Sibata 2025an li dijî Kurdan û Tevgera Azadiyê ya Kurd dihate kirin, li Helebê di pêvajoya êrişa bê Kurd hiştinê de dewam kirin.
Di rewşeke welê de ku PKKê xwe fesix kiriye, ji 1ê Adara 2025an û vir ve rewşeke agirbestê heye, ev êrişên bi bilêvkirina navê PKKê re li dijî taxên Kurdan têne kirin, êrişeke li dijî Tevgera Azadiyê ye û hewldanek ji bo têkbirina agirbestê ye ku bi hesasiyeteke mezin tê meşandin. Hem wê qala pêvajoyekê bê kirin hem jî wê timî heqaret li Tevgera me ya Azadiyê bê kirin ku aliyekî vê pêvajoyê ye û êriş bêne kirin! Gelo bi vê nêzîkatiyê wê bidawîkirina têkoşîna çekdarî û Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ku xwe dispêre agirbestê wê çawa bê dewamkirin? Hem wê qala ‘terorîzm û terorîstan’ bê kirin û êrişê bibin ser Kurdan, hem jî wê qala xwişk û biratiya Kurd û Tirkan bê kirin! Eşkere ye ku ev yek ji bo Kurdan wê nebe cihê baweriyê.
Êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê û helwesta rayedarên dewletê ya li hemberî Tevgera me, tê wateya hewldana sabotekirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk. Ev êriş di demekê de pêk hatin ku danûstandin di navbera rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê û hikûmeta demkî ya Şamê de berdewam bûn. Rêber Apo ji bo ku şer rû nedin li ser esasê çareseriyê gav bên avêtin banga pêkanîna peymana 10ê Adarê kiribû û peyama xwe ji Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê re ragihand ku tedbîran di mijara petrol û derbasbûna sînor û hin mijarên din de bigire. Wek Tevgera Azadiya Kurd, me jî ji bo pêşxistina hawîrdoreke baweriyê ji bo hêsankirina çareserkirina pirsgirêkan gavên bi vî rengî ku teşwîq dike avêtin. Di demekê welê de ku hewldan û gavên bi vî rengî dihatin avêtin de pêkhatina vê êrişê, nîşan dide ku çareserî li Sûriyê nayê xwestin. Wisa xuya dike ku armanca wan ne ew e ku bi Bakur-Rojhilatê Sûriyê re bigihêjin lihevkirinê, berevajî hilweşandina Rêveberiya Xweser e.
Medyaya Tirk û berdevkê hikûmetê Omer Çelîk bi eşkereyî radigihîne ku ev êriş dê bi taxên Kurdan ên li Helebê re sînordar nemîne. Bikaranîna gotina ‘Tirkiyek bêteror û herêmek bêteror’ ji aliyê Omer Çelîk ve, nîşan dide ku ev êriş dê li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku piranî Kurd lê dijîn belav bibe. Têkoşîna Kurdan a ji bo azadî û demokrasiyê li her derê wek terorîzmê bi nav dikin. Her wiha dixwazin bi vê etîketê sîstema demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava ji holê rakin. Bi kurtasî, bi dijminatiya li Kurdan re li her welatê ku Kurd lê ne dijminatî li demokrasiyê tê kirin.
Li Rojhilata Navîn hin hêzên navneteweyî jî destekê didin vê dijminatiya li dijî demokrasiyê. Ev yek tê wateya ku ew destekê didin polîtîkaya qirkirinê ya li dijî Kurdan. A rastî ji xwe dema êriş li hember Kurdan tê kirin, an bêdeng dibin an jî van êrişan erê dikin. Ev rastî di êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê de jî hat dîtin.
Êrişên li ser taxên Kurdan û amadekariyên êrişê yên li ser rojhilatê Firatê agirbesta navbera Tevgera me û Tirkiyeyê û pêvajoya aştî û civaka demokratîk dixe ber lêpirsînê. Êrişên di vê demê de yekser li hemberî tevgera me têne kirin, nîşan didin ku qanûna derbasbûnê ya taybet a tê gotin tê amadekirin, wê nebe gaveke çareseriyê. Di rewşeke welê de ku êriş ewqasî li tevgera me tê kirin û êriş li ser îradeya demokratîk a Kurdan tê kirin, zehmet e ku ev qanûn qadeke siyaseta demokratîk ji bo tevgera me û Kurdan veke. Gelo plan tê kirin ku qanûneke neyê qebûlkirin bê derxistin û bi vî rengî şer bê destpêkirin? Kiryar û polîtîkayên ku agirbestê, pêvajoya aştî û civaka demokratîk sabote dikin, vê yekê tîne bîra mirovan.
Rayedarên dewletê û hêzên siyasî yên berpirsyar divê di nava nêzîkatî û polîtîkayeke li gorî armanc û ruhê pêvajoya heyî de bin û xwe ji kiryar û gavên ku pêvajoyê sobate dikin vegirin.
Di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de me berpirsyariyên xwe bê teredût û bi wêrekî bi cih anîn; em bang li desthilatdariya AKP û MHPê û rayedarên dewletê jî divê ji bo serketina pêvajoya aştî û civaka demokratîk gavên pêwîst biavêjin.
Hêzên demokrasiyê û gelê me jî divê ji bo rawestandina polîtîkayên dewleta Tirk ên pêvajoyê sabote dikin li ser bingeha demokratîk têkoşînê bilind bikin.”













