Stenbol – Di ser bombekirina rojnameya Ozgur Ulke re 30 sal derbas bûn. Rojnameger dê li pêş avahiya rojnameyê ya Kadirgayê bi girseyî daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
Avahiya rojnameya Ozgur Ulkeyê ya li Kadirgayê 30 sal berê di 3ê Kanûna 1994an de bombe kiribûn. Di êrîşa li dijî rojnameyê de rojnameger Ersîn Yildiz hatibû kuştin. Rojnameger ji bo balê bikişînin ser êrîşên li dijî çapemeniyê dê 3ê Kanûnê saet di 11.00an de li pêş avahiya rojnameyê ya Kadirgayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Rojnameger dê di heman demê de rojnameger Ersîn Yildiz bibîr bînin. Dê gelek kedkarên çapemeniyê, rojnameger û nûnerên rêxistinên civakî beşdarî daxuyaniyê bibin.
Di 3ê Kanûna 1994an de kesên nasnameya wan nehat ronîkirin avahiya Ozgur Ulkeyê bombe kiribûn. Di êrîşa bombeyî de rojnameger Ersîn Yildiz hat kuştin û 23 rojnameger jî birîndar bûn. 15 roj şûnde bi belgeya “Bi dizî” derket holê ku dibêjin “Vê rojnameyê hilweşînin.” Di bin belgeyê de îmzeya Serokwezîra wê demê Tansu Çîller hebû.