Bi zêdebûna rageşiya di navbera DYAyê û Îranê de, gelek welatan hişyariya rêwîtiya Îranê nû kirin û ji welatiyên xwe xwestin ku neçin Îranê û ger li Îranê bin jî demildest derkevin.
Rageşiya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de zêde dibe. Bi boneya zêdebûna rageşiyê gelek welatan hişyariya derbarê rêwitiya ji bo Îranê de hişyariyên xwe nû kirin. Almanya, Koreya Başûr û Hindistanê hişyariya xwe nûkirin û xwestin ku welatiyên wan neçin Îranê.
‘Riska şerek ji nişkave heye’
Wezaretên derve yên van welatan ragihandin ku rewşa ewlehiyê ya herêmê dikare zû biguhere û rîska pevçûnek leşkerî derkeve holê. Ji ber vê yekê ji welatiyan hate xwestin ku rêwîtiyên nezarûr bisekinînin û şert û mercên ewlehiyê bi baldarî bişopînin.
‘Plana derketinê bikin’
Li gorî daxuyaniyên fermî, welatiyên ku niha li Îranê dijîn hatin hişyarkirin ku bi baldarî li agahdariyên fermî guhdarî bikin, têkiliyê bi sefaret û konsolosxaneyan re bidomînin û ger şert û merc xeter bibe, planên derketinê amade bikin.
Gelek welat rîska şer cidî dibînin
Dîplomat û çavdêrên navneteweyî destnîşan dikin ku nûkirina van hişyariyan nîşan dide ku rîska pevçûnek muhtemel di navbera DYAyê û Îranê de di asta siyasî û ewlehiyê cidî dinirxînin. Bi gotina wan, hişyariyên rêwîtiyê bi gelemperî tenê dema ku ihtîmala krîz an şer bilind dibe, tên kirin.
Rageşî bandorek piralî dike
Ev hişyarî nîşan didin ku bandora rageşiyê ne tenê li ser maseya dîplomasiyê ye, di heman demê de bandorên wê li ser rêwîtiya navneteweyî, têkiliyên konsolosî û planên ewlehiyê yên welatan jî dest pê kiriye. Pisporên ewlehiyê û çavdêrên dîplomatîk dibêjin ku ger danûstandinên nûkleerî encam nedin, dikare hişyariyên rêwîtiyê yên din jî li pey wê werin zêdekirin.













