• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Fermandarê Îranî Alîabadî hate kuştin

    Fermandarê Îranî Alîabadî hate kuştin

    Heyva Sor a Kurd li Kobanê alîkarî belav kir

    Heyva Sor a Kurd li Kobanê alîkarî belav kir

    Bahçelî: Muxatabê herî cidî Îmrali ye

    Bahçeli: Dixwazin şerê Sûnî û Şiîyan derbixin

    Serlêdanên atolyeya medyaya dîjîtal dest pê kir

    Serlêdanên atolyeya medyaya dîjîtal dest pê kir

    Wezareta Parastinê: Dê li Meletiyê pergala Patrîotê were danîn

    Wezareta Parastinê: Dê li Meletiyê pergala Patrîotê were danîn

    Amerîka êrişî baregehên Heşdî Şabî yên li Kerkûkê kir

    Amerîka êrişî baregehên Heşdî Şabî yên li Kerkûkê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Fermandarê Îranî Alîabadî hate kuştin

    Fermandarê Îranî Alîabadî hate kuştin

    Heyva Sor a Kurd li Kobanê alîkarî belav kir

    Heyva Sor a Kurd li Kobanê alîkarî belav kir

    Bahçelî: Muxatabê herî cidî Îmrali ye

    Bahçeli: Dixwazin şerê Sûnî û Şiîyan derbixin

    Serlêdanên atolyeya medyaya dîjîtal dest pê kir

    Serlêdanên atolyeya medyaya dîjîtal dest pê kir

    Wezareta Parastinê: Dê li Meletiyê pergala Patrîotê were danîn

    Wezareta Parastinê: Dê li Meletiyê pergala Patrîotê were danîn

    Amerîka êrişî baregehên Heşdî Şabî yên li Kerkûkê kir

    Amerîka êrişî baregehên Heşdî Şabî yên li Kerkûkê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji sedî 99ê Kurdan perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin

Onder Akbulut/ AW

23 ÎLON 2025 - 08:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Zimanzan Samî Tan bal kişand ser daxwazên kurdan ên ji bo ziman û got: “Ji sedî 99ê Kurdan dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û li hemû dibistan û zanîngehan bi kurdî jî perwerdehî bê dayîn.”

Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê di 21ê îlonê de li Çand Amedê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi saziyên ziman, çand, û hunerê re civînek lidarxist. Komîsyonê di civînê de pêşniyarên van saziyan ên di derbarê zimanê Kurdî de guhdar kir. Ji kesên ku tevî civînê bibûn Serokê Komaleya Çand û Zimanê Kurdî ya Rihayê zimanzan Samî Tan û Sekreterê Baroya Wanê û Rêveberê DADSAZê parêzer Alî Şapkaci di derheqê armanca civînê, astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî û erk û berpirsyariyên Komîsyona Demokrasî Xwişk û Biratî û Hevgirtina Mîlî de ji Ajansa Welat re axivîn.

Zimanzan Samî Tan diyar kir ku ev xebata Komîsyona Çand Ziman û Hunerê ya DEM Partiyê gaveke girîng e û got: “Em jî îro ji bo ku daxwaz û hêviyên nûnerên saziyên ziman, fikir û nêrînên pisporên vî karî ragihînin Komîsyona Demokrasî Xwîşk û Biratî û Hevgirtina Mîlî li vir kom bûne. Di gelek lêkolînên ku hatine kirin de derdikeve holê ku ji sedî 90ê gelê Kurd dizxwaze zimanê wan bibe zimanê fermî, perwerdeyê. Ji qada tendurustiyê bigirin heta akademiyan, pêdivî pê heye ku astengiyên li pêşiya Kurdî bê rakirin. Divê di hêla zagonî da gavên pêwîst werin avêtin, zagonên ku werin guhertin hene, taybetî yên ku ziman qedexe dikin, rê li ber nasnameyê digrin hene. Divê komisyona ku di banê meclisê de hatiye avakirin xwedî biryar be, xwedî pêşnşyar bibe. Ev kend û kospên li pêşiya daxwazên gelê Kurdê demokratik bêne paqijkirinê mînak zagona terorê,tekoşîna li dij terorê an jî endamtiya rêxistînê tiştên vî awayî li gorî rewşê bên guhertin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û gelê Kurd bi awayekî aram hêsan bijî.”

‘Ev hişmendî neguhere pêşî li aştiyê jî venabe’

Zimanzan Samî Tan da zanîn ku hişmendiya wan hê jî nehatiye guhertin, rastî û nasnameya gelê Kurd nasnekirine, nepêjirandine û wiha axaftina xwe dimand: “Niha gelek xwebatên ku li qadê hatine kirin, rapirsîn hatine kirin; di wan rapirsîna da ji sedî 99ên Kurdan vê daxwazê dikin; bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û divê ji pêş dibistanê heta zanîngehê bi vî zimanî perwerde bê dayîn. Divê zarokek pêşiyê bi zimanê xwe perwerde bibe pişt re zimanên cûda fêr bibe. Ev rastiyeke, heke ev hişmendî neguhere pêşî li aştiyê jî venabe. Divê gelê Kurd bi awayekî xurt îradeya xwe nîşan bide, bi tekoşîna xwe, xebatên xwe gelek gavan jî bi xwe bide avêtin. Gelê Kurd xwedî plansaziya bi rêk û pêk be li gorî vê plansaziyê xebatên xwe pêk bîne di pratîkê de hin tiştan li ser dewletê ferz bike. Di vî warî de heke îro qala aştiyê tê kirin li gor wê divê gavên ber bi çav werin avêtin. Mînak di destura Bingehîn de xala 66an, 42an û 3yan ku dibêje zimanê Komara Tirkiyeyê Tirkiye bên guhertin.”

‘Gere têkiliya komîsyonê bi saziyên Kurdan re xurt be’

Rêveberê Komaleya DAD-SAZê ya Wanê û Sekreterê Baroya Wanê Parêzer Alî Şapkaci jî da zanîn ku di dema pêş de îhtîmala guhertina qanûnan heye û wiha pê de çû: “Daxwaza me ew ku dema taslaxên qanûnan tên amadekirin bi sazî û dezgehên Kurdan re gere têkiliyeke xurt hebe. Qanûnên Tirkan piraniya bi cihanîna wan bi probleme. Ji ber vê yekê heke di vê pêvajoyê de têkiliya Komîsyona ku di bin banê meclisê de hatiye avakirin bi saaiyên Kurdan re hebin dê qanûn zelaltir bin. Tişta herî girîng dê bi cihanîna qanûnan hêsantir be.”

Ji bo Kurdî tişta herî ferz perwerde ye

Parêzer û Rêveberê DAD-SAZê Alî Şapkaci bal kişand ser pewerdehiya bi zimanê dayikê û got:”Gava yekem ji bo zimanê kurdî helbet perwerdeya zimanê dayikê ye. ji bilî wê zimanê kurdî asteke krîzêde ye. Tenê qanûnek ji bo zimanê dayikê em bêjin têrê nake. Tişta herî girîng ev e divê em Kurd kesayeta xwe ya kurdewar ji nû ve avabikin. Ev gelek girîng e. Hek ev pêk bê yê şoreşeke nû ji bo civaka Kurd dest pê bike. Tişta herî girîng divê ne tenê di siyasetê de, gerê di her qadê de ev şoreş pêk bê, herkes di kesayeta xwe de vê şoreşê bide destpêkirin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Fermandarê Îranî Alîabadî hate kuştin

Fermandarê Îranî Alîabadî hate kuştin

10 ADAR 2026
Heyva Sor a Kurd li Kobanê alîkarî belav kir

Heyva Sor a Kurd li Kobanê alîkarî belav kir

10 ADAR 2026
Bahçelî: Muxatabê herî cidî Îmrali ye

Bahçeli: Dixwazin şerê Sûnî û Şiîyan derbixin

10 ADAR 2026
Trump: Em dijminê xwe pirr bi lez parçe dikin

Trump: Em dijminê xwe pirr bi lez parçe dikin

10 ADAR 2026
Serlêdanên atolyeya medyaya dîjîtal dest pê kir

Serlêdanên atolyeya medyaya dîjîtal dest pê kir

10 ADAR 2026
Wezareta Parastinê: Dê li Meletiyê pergala Patrîotê were danîn

Wezareta Parastinê: Dê li Meletiyê pergala Patrîotê were danîn

10 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navê axaftvan û hunermendên Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (378)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne